DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Fabrîqeya Beton ji zeviyên Fisteqan baştir e!

 
21 Eylül
11:01 2016

RIHA (DÎHA) - Li Rihayê 5 hezar dolim zeviya fisteqan bi hinceta "zevî li şûna fisteqan ji bo betonê baştir e" ji bo fabrîqeya Çîmento ya LÎMAK'e tehsis kirin.

Li navçeya Karakopru ya Rihayê zeviya fisteqan a ji 5 hezar doliman pêk dihat, li şûna fisteqan Fabrîqeya Çîmento ya LİMAK'ê tesîs kirin. Rêveberên şîrketa Çîmentoya LÎMAK'ê di 04'ê Mijdara 2014'an de bi armanca malzemeyên "marn" derxin serî li Komîsyona Mera ya Miduriyeta sewalkarî û Zexîreyan da. Piştî serlêdana Şîrketa Çîmento di 30'ê Kanûna 2015'an de ev daxwaza bi erêkirina Walî hat qebûlkirin. Piştî ev daxwaza Famrîqeya Çimento ya LÎMAK'ê hat erêkirin mêrg û zeviyên fisteqan ên gundên Qirpiyar, Tilman, Sewêran, Semkulu. Kalecik, Mistefacix, Quzlûkê Yarsmtepe û Kizênê dê têkevin bin bandora neyînî. Komîsyona Mera ya Bajar bi hinceta “Dê berhem û bereketa mêrgê zêde bike" xwest walî erê bike.

Bi vê biryarê bi hezaran sewal dê tune bibin û darên fisteqan dê hişk bibin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR