DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Berxwedêra Cerattepe Zeyno: Em ê têkoşînê mezin bikin

 
21 Eylül
09:05 2016

DENÎZ NAZLIM

ENQERE (DÎHA)
- Berxwedêra Cerattepeyê ya li dijî madenê de bi granî birîndar bibû Zeyno Bayramoglu, da zanîn heke dadgeh biryara xweya betal kirinê biguhere, ew dê bi berxwedaneke hêj mezintir vegerin.

Dê di rojên pêş de der barê derxistina madena li herêma Cerattepeyê ya Artvînê de biryareke dîrokî bê dayîn. Rûniştina herî dawî ya di 19'ê Îlon de, li ser parastina parêzeran û daxwaza redê ya dadgeriyê, doz bi dawî bibû. Hemû parastvanên mafên mirovan, ev 26 sal e bi gelê Artvînê re ji bo Cerattepeyê têkoşînê dide.

Têkoşîna di salên 1990'î de dest pê kir, piştî lîsansa Cengîz Holdîngê ji hêla AKP'ê ve hat dayîn, sêla li herêmê her çû sor bû her ku çû mafên artvîniyan tune hat hesibandin. Di meha sibatê ya derbasbûyî de, welatiyên bi salan bû li herêmê nobed digirtin, ji herêmê hatin derxistin û maşînên kar ketin herêmê. Di 21'ê Sibata 2016'an de dema bi hezara artvînî berbi Cerattepeyê ve meşeke mezin dan destpê kirin, bi şideta polîsan re rû bi rû man.

Xetereya dê nemeşe hebû

Di êrîşa 21'ê Sibatê de parastvana mafên mirovan Zeyno Bayramoglu her du lingên wê şkestin û bi giranî birindar bû. Bayramoglu li navçeya Borçka ya Artvînê hatiye dinê, li dijî madenê hêj di 18 saliya xwe de dest bi têkoşînê kiriye. Piştî êrîşê xetereya dê careke din nemeşe derketibû holê, piştî derman kirina 7 mehan ev xetere ji holê rabû. Bayramoglu aşkera kir ku ew dixwaze di 19'ê Îlonê de beşdarî dozê bibe, lê bijîşk destûrê nadin.

Bayramoglu di dewama axaftina xwe de got "dê di elehê xwezayê de tiştek neqewime" û wiha pêde çû: "Dirêjbûna pêvajoyê mirovan xemgîn dike. Artvînî jî û hemû cîhan jî dizane divê li wir maden dernekeve.

Bayramoglu aşkera kir ku "Dê artvînî dest ji têkoşînê bernedin" û ev tişt anî ziman: "Cerattepe di roja meya îroyîn 2,6 milyon sal berê û 18 hzar sal a Serdema Qeşayê heta niha xwedî daristanê ye, hêj destê mirovan pê neketiye, herêma daristanî ya Tirkiyeyê ya herî girîng e û di cîhanê de tenê 100 herêmên wiha heye."

‘Wekî Kurdistanê divê’

Li gorî Bayramoglu di salên 90'î de li dijî Şirketa Kominkoyê têkoşîn hatiye dayîn, lê di gorî salên borî artvînî niha di têkoşîna xwe de hêj bi biryar in. Bayramoglu aşkera kir ku gel li Kurdistanê xwe davêje binê panzêran û li ber xwe dide, dê li Artvînê jî xwe bavêje binê kepçe û dozelan, têkoşîna xwe bidomîne.

(ms)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR