DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Dîlê norveçî serbest hat berdan

 
18 Eylül
12:19 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çekdarên Ebu Seyyaf ên li başûrê Fîlîpînê li dijî hikûmetê şer dikin, dîlê norveçî yê bi navê Kjartan Sekkîngstad serbest berda.

Dîlê norveçî Kjaran Sekkîngstad ê demek dirêj bû di destê çekdarê Ebu Seyyaf de bû, serbest hat berdan. Dîlê norveçî di meha îlonê ya par de bi 2 kanadî û jineke fîlîpînî re li herêma Mîndanaoyê hatibûn revandin. Hat diyar kirin ji bo dîlê norveçî 5 milyon Kronê Norveçê fîdiye hatiye dayîn.

2 kanadiyên bi welatiyê Norveçê re hatibûn revandin yek di meha nîsanê de, yek jî di meha hezîranê de ji hêla çekdaran ve hatibûn kuştin, jina fîlîpînî jî di meha tebaxê de serbest hatibû berdan.

(ms)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR