DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Şaredariya AKP'î perav kir sergo

 
18 Eylül
09:09 2016

WAN (DÎHA) - Şaredariya Westanê ya AKP'î bi hinceta ku "zêde lêçûn naçe" peravê gola Wanê wekî ku kireya sergo.

Hikûmeta AKP'ê ya ku qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'ê kir, li şaredariyên ku aydî wan in bi pêkanînên xwe ve dibin sedama texrîbata ekolojîk. Li navçeya Westanê ya Wanê, li taxa Karşiyakayê derket holê ku Şaredariya Westanê ya AKP'î peravê golê wekî sergo bi kar tîne. Necmî Sezer ê ku di 2009-2014'an de şaredar bû ji bo ku neyê ber çavan peravê golê ya li qiraxa navçeyê bi çopên navçeyê ve tijî kiriye.

'Bi hinceta lêçûn dê kêm bibe kiriye sergo'

Welatiyan diyar kirin ku ji ber ku qada sergoyê dûrî navçeyê ye Sezerê AKP'î dê "lêçûn kêm" be çopên navçeyê dem bi dem ferman daye ku bavêjin peravê, di hilbijartinên dawî de Sînan Hakan ê bû şaredar jî li vî pêkanînê girt û tenê hinek çop rakir. Peravê golê ku bi salan çop hate avêtin bûye wekî sergoyê û dîmenên ku di demên dawî derketin holê jî nîşan dide ku tu niyeta şaredariyê ya çopan paqij bike nîne. Welatiyan anîn ziman ku li golê qirêjî her diçe zêdetir dibe bi sedan giyawenerên golê jî ji ber texrîbata ekolojîk bi bandor dibin.


'Axtamar nêzîk be dê wê derê jî bikin sergo'

Welatiyan destnîşan kirin ji ber ku cendekên sewalan jî di golê de heye dema ji wir derbas dibin bêhneke giran tê û bi gotina "Gol ya me hemûyan e divê em xwedî lê derkevin. Lê di vî mijarê de hemû kes bihistiyar nêzîk nabin. Heke girava Axtamarê nêzîk be şaredarî dê çopan bibe bavêjê wê derê" li hemberî pêkanînên şaredariya AKP'ê nerazîbûn nîşan dan.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR