DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

DYA: Ala Amerîkayê ne YPG'ê, leşkerên me daliqandin

 
17 Eylül
12:11 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Roja borî bi dîmenên ku li Girê Spî yê Rojava hatibû kişandin derketibû holê ku hin alên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatine daliqandin û ev yek li Tirkiye rê li ber nerazîbûnan vekiribû.

Rayedarên DYA'yê yên Pentagonê têkildarî alên Amerîkayê ku li Girê Spî hatin daliqandin agahî dan û aşkere kir ku leşkerên Amerîkayê ew al li ser hin noqteyan daliqandine.

Rayedarê Amerîkî aşkere kir ku piştî alên DYA'yê hatine daliqandin hin noqteyên wan ên li Girê Spî bi guleyên ku ji hêla Tirkiye ve hatine avêtin rastî êrîşê hatine. Rayedarê Pentagonê aşkere kir ku birîndar an mirî tune ne.

Ew rayedarê Pentagonê dazanîn ku leşkerên wan li gorî peymana Cenevê ji bo cihê ku lê ne bidin nîşan alên xwe daliqandin e.

(ot)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR