DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Asya Ebdullah û Aldar Xelîl li Îngilîstanê ne

16 Eylül
09:44 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Hevdîtinên dîplomatîk ên PYD û Tev-Dem'ê yên li Ewropayê didomin. Bi tevlîbûna Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li paytexta Îngilîstanê Londonê semînerek hat lidarxistin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (Aldar Xelîl) beşdarî semînereke li Peymangeha Melekî ya Têkiliyên Navneteweyî ya Londonê (Chatham House) bûn.

Semîner bi sernavê “Hikûmeta herêmî ya rojava û bersiva navneteweyî” hate organîzekirin.

Di semînerê de rûdan û pêşketinên li Rojava yên di warê siyasî û civakî, sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şerê li dijî terorê ku YPG/YPJ didin meşandin hatin gotûbêjkirin.

Tê payîn ku Asya Ebdullah û Aldar Xelîl bi rayedarên hikûmeta Îngilîz re jî hevdîtinên girîng pêk bînin.

(ot)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR