DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

NY'ê xwest Tirkiye rê li pêş TIR'ên alîkariyê veke

 
15 Eylül
14:57 2016

RUŞTU DEMİRKAYA

CENEVRE (DÎHA)
- Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY'ê Steffan de Mistura, têkildarî TIR'ên alîkariyê yên li ser sînorê Sûriyê hatine rawestandin, ji Tirkiye xwest rê l pêş alîkariyê vekin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY'ê Steffan de Mistura û şêwirmendê taybet Jan Egeland, têkildarî alîkariyên mirovî yên navneteweyî li avahiya NY'ê ya li Cenevrê civîn pêk anî. Di civîna çapemeniyê de De Mistura, bal kişand ser peymana di navbera DYA û Rusya a agirbestê û wiha got: "Alîkariya ku tê kirin divê, di çarçovaya peymanê de bê kirin. Li gel peymanê TIR'ên alîkariyê tên rawestandin. De Mistura, di civînê de wiha got: "Divê li gorî eymanê alîkariya mirovahî bê kirin. Divê rê li pêş derasbûna TIR'an bê vekirin. Lê mixabin li gel ku peyman hatiye îmzekirin jî tu gavên erênî nihatiye avêtin û hêj TIR tên rawestandin. TIR'ên alîkariyê li benda destûrê ne ku derbas bibin. Lê hêj rastî astengiyên birokratîk tên. Bi hezaran mirovên li herêmê li benda alîkariyê ne.

Şêwirmendê taybet ê De Mistura Jan Egeland jî anî ziman ku di çarçoveya peymana hatiye îmzekirin de 24 saetin kuştinên sivîl rawestiyane. Nexweşxane û dibistan êdî nayên bombekirin. Ev pêşketinek erênî ye. Lê alîkariya mirovî nayê kirin. Em bang ji hêzên brokrasiyê dikin û dibêjin ji keram xwe re astengiya li pêş alîkariyê rakin. Diviya bû TIR'ên alîkariyê êdî sînor derbas kiribûna, lê mixabin TIR hêj tên rawestandin û man li benda sibê.

Peymana agirbesta di navbera Moskova û Washington de hat îmzekirin 48 saetên din hat dirêjkirin. Lê ligel vê yekê karîkarî nayê kirin. TIR'ên NY'ê yên alîkariya 40 hezar mirovan bar kirine hêj li Sînorê Tirkiye tên rawestandin.

Rêveberiya Şamê diyar dike ku tênê di çarçoveya kordînasyona NY û Sûriyê de dê konvoyên alîkariyê derbasî Helebê bibin.



(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR