DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Nûnerê DYA NY'ê: Li Tirkiye binpêkirinên cîddî hene

 
14 Eylül
14:46 2016

CENEVRE (DÎHA) - Nûnerê NY yê DYA'yê yê Cenevre Keith M. Harper, diyar kir ku li Tirkiye binpêkirinên mafan ên cîddî hene û Tirkiye hişyar kir.

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), 33'emîn Rûniştina Mafên Mirovan, di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina Komîsera Bilind a Mafên Mirovan berdewam dike. Di axaftinên îro de komkujiyên li Sûrî û Iraqê yên ji aliyê DAIŞê ve pêk hatine hatin rexnekirin. Komîserê Bilind Zeid Al Hussein, bi pirs û bersîvan pêşkêşkaniyê dike. Nûnerê NY yê DYA'yê yê Cenevre Keith M. Harper, diyar kir ku li Tirkiye binpêkirinên mafan ên cîddî hene û ji Tirkiye xwest ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. Harper, da zanîn ku rewşa mafên mirovan a li Tirkiye wan dixe nava fikaran û wiha got: "Em bang li Tirkiye dikin ku ligorî mafên mirovan ên gerdûnî û hiqûqa navneteweyî tev bigere dikin. Di hewldana darbeyê de 265 mirov hatin kuştin. Divê lêpirsînek ciddî bê vekirin. Divê hiqûqa serbixwe û adil bê meşandin."

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR