DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Mîstûra: Tirên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Tirkiye ne

 
14 Eylül
11:39 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriye yê Steffan De Mîstûra têkildarî Tirên alîkariyê derbasî Sûriyeyê bûn derewan û got tirên alîkariyê yên NY'yê hêj li Tirkiye ne.


Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriye yê Stefan De Mîstura têkildarî alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriye yê hatin şandin civîna çapemeniyê pêk anî.

Mîstûra dazanîn ku di encama lihevkirina Amerîka û Rusya yê de ligel ku gelek dem li ser agirbesta hatî îlankirin derbas nebûye jî dorhêlek aram hatiye afirandin.

Mîstûra li ser nûçeyên çapemeniya Tirk ên ku hat îdiakirin tirên alîkariyê derbasî Sûriye yê bûne axivî û got: "Hêj tirên alîkariyê derbasî Sûriye yê nebûne. Ji bo tir bên derbaskirin divê ewlehiya wan bê girtin. Lihevkirina Amerîka û Rusya li holê ye, divê hemû tir di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî (NY) re derbas bibin."

'Manşetên tirk derbas bûn derew derketin'

Hêjayî gotinê ye ku duh çapemeniya Tirk di manşetên xwe de îdiakiribûn ku tirên alîkariyê derbasî Sûriye yê hatine kirin lê paşê derketibû holê ku rêjîma Sûriye yê tirên alîkariyê qebûlnekiriye û xwestibû hemû tir di bin çavderiya ekîbên NY'ê de derbasî Sûriye yê bên kirin.

(ot)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR