DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Ji Esad red: Alîkariya Tirkiye nihat qebûl kirin

 
14 Eylül
10:00 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî agirbesta li Sûriyeyê Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyên mirovî şand Sûriye yê. Rejîma Sûriyeyê alîkariya Tirkiye ya bêyî agahiya NY'yê pêk hat red kir.


Piştî hevdîtinên di navbera Wezîrên Karên Derve yên Amerîka û Rusya yê bi munasebeta cejna qurbanê li Sûriye yê agirbest hatibû îlankirin. Di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de tirên alîkariyê hatin şandin. Rejîma Esad tirên alîkariyê yên ji Tirkiye hatin şandin red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriye yê Velîd Muallim ji çapemeniyê re axivî û dazanîn ku ew alîkariyên ji bilî ji hêla Neteweyên Yekbûyî bên koordînekirin û bên şandin dê qebûl nekin û got ku ku bi taybet ewê alîkariyên Tirkiye yê qebûl nekin.

Her wiha Wezaretê aşkere kir ku balafirên Tirkiye sînorê Sûriye yê derbas dikin û got ku ew Tirkiye hişyar dikin û ger careke din balafir sînorê wan derbas bikin ewê balafirên Tirkiye bixin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha hatibû gotin ku ewê Tirkiye 40 tirên alîkariyê bo Helebê bişîne û hatibû ragihandin ku 20 tir ji deriyê Cîlvegozu derbasî Suriyeyê bû ye.

(ot)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR