DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Serokê PVV'ê: Rejîma leşkerî ji rejîma Erdogan çêtir e

14 Eylül
09:21 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokê Partiya Azadiyê ya rastgirên Hollandayê Geert Wîlders bal kişand ser polîtîkaya ji hêla Serokomarê tirk Erdogan ve tê meşandin û ev tişt got: "Rejîma leşkerî bi her şêweyî ji Erdogan baştir bû."

Serokê PVV'ê ya Hollandayê Geert Wîlders, di rûniştina taybet a Parlamentoya Hollandayê de der barê geşedanên li Tirkiyeyê, hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û polîtîkaya ji hêla Erdogan ve tê meşandin de, axaftinek kir û Wîlders aşkera kir ku "Rejîma leşkerî bi her şeklî dê ji Erdogan baştir bûya."

Parlamentoya Hollandayê di rûniştina taybet de der barê derbeya 15'ê Tîrmehê û geşedanên li Tirkiyeyê de nirxandin kirin. Di rûniştinê de di navbera serokê rastgir Wîlders û partiyên din de mijara "demokrasiyê" derket pêş û nîqaşên tûş hatin kirin.

Wîlders bi gotinên wekî "Mixabin ku hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi ser neket" dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî Serokê Partiya Demokrat a Xiristiyanan (CDA) Sybrand van Haersma Buma da.

Serokê Xiristiyanên Demokrat got "Ev cihekî ku demokrasiyê temsîl dike ye. Em biecibînin jî necibînin jî Erdogan hatiye hilbijartin û derbe li dijî rêveberiyeke hatiye hilbijartin pêk hatiye. Derbe bi ser keta meyê çi bidîta?"

Serokê PVV'ê Wîlders jî berisva "Minê cîhaneke beyî Erdogan bidîta. Ez ê ji vê gelekî kêfxweş bûma." da. Serokê rastgiran aşkera kir ku "Li Tirkiyeyê derbe ji hêla Erdogan ve pêk tê û ev hêj berdewam dike."

Wîlders, destnişan kir ku rejîma leşkerî bi her halî dê ji rejîma Erdogan baştir bûya û ev bi zelalî parast.

(ms)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR