DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

NY: Tirkiye bi înfaz û rûxdandina bajaran sûc dike

 
13 Eylül
12:47 2016

RUŞTU DEMÎRKAYA

CENEVRE (DÎHA)
- Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ZeîdR'ad Al Husseîn di vekirina 33'emîn Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî, diyar kir ku Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan bi awayekî cidî binpê kiriye, di vê der barê de di destê wan de gelek dane hene.

33'emîn Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li bajarê Cenevreyê yê Îsvîçreyê dest pê kir. Di vekirina rûniştinê de Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ZeîdR'ad Al Husseîn Tiriye bi tundî rexne kir û daxwaza bila ji bo lêkolînên binpêkirinên mafên mirovan a ji hêla Komîseriya Mafên Mirovan ve li Tirkiyeyê bê kirin dubare kir.

'Der barê înfaz û rûxandinê de dane cidî ne'

Al Husseîn aşkera kir ku der barê binpêkirinên mafên mirovan û înfazên li bajarên Kurdistanê de, di destê wan de gelek dane hene û ev tişt got: "Der barê binpêkirinên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de gelek rapor gihiştin ber destên me. Di nava van de înfazên sivîl an, înfazên bê darêz û hejmareke gelek zêde ya ji cih û warên xwe hatine kuçberkirin. Der barê şewitandina bajar û gundan de her dem ji mere rapor tên. Bi hezaran mirovên ku ji cihên xwe hatine kuçberkirin, divê pêdiviyên wanên bingehîn bên pêşwazî kirin."

Ji bo binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê yekîneya taybet

Al Husseîn destnîşna kir ku wan der barê îdiayên mijara gotinê de xwestiye li Tirkiyeyê lêkolîna pêk bînin, lê di vê der barê de tu besiv ji bo wan nehatiye dayîn, hat gotin ji bo rewşa li Tirkiyeyê bê lêkolîn kirin yekîneyeke taybet hatiye avakirin. Al Husseîn piştrast kir ku Tirkiyeyê bi awayekî tekakesî ji wî re dewet şandiye û aşkera kir ku ev dewet dê cihê lêkolînên li Başûr Rojhilatê welat a ji hêla Komîseriya Mafên Mirovan negire.

Rûniştina dê heta 30'yê Îlonê berdewam bike, dê binpêkirinên mafan ên hin herêmên cîhanê bên nîqaş kirin. Di tevahiya rûniştinê de dê raporên ji hêla raportoran ve der barê azadiya çapemeniyê, înfazên bê darêz, bi zorê koçberkirin û hwd. de dê pêşkeşî konseyê bên kirin.

(ms)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR