DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwanên SGDF'î greva birçîbûnê bi dawî kirin

 
1 Eylül
14:03 2016

STENBOL (DÎHA) - 6 jê endamên SGDF'ê 11 kesên li Îzmir û Balikesîrê ji ber pêkanînên OHAL'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin.

6 jê endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 11 kesên li Îzmir û Balikesîrê ji ber pêkanîn û îşkenceyên OHAL'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin. SGDF'yê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt got: "Dewleta ku komkujiya Pirsûsê dernaxe holê, bi komployan dixwaze hevriyên me teslîm bigire. Ev 5 roj in beyî ku tu delîl li holê hebe, hevriyên me di binçavan de tên girtin, divê teqes bên berdan. Em ê careke din van komployan vala derxin, têkoşîna me li Pirsûsê dabû destpêkirin em ê berdewam bikin. Em ji hemû dostên di pêvajoya greva birçîbûnê de piştgirî dan me spasiyên xwe dikin, em dê ala 33 hevriyên xweyên li Pirsûsê nemir bûn li erdê nehêlin."

(ms)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR