DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

‘Em bi ruhê 15'ê Tebaxê tecrîda li ser Rêbertiyê bişkînin'

 
12 Ağustos
09:12 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Piştî hewldana derbeyê, fikarên der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zêde dibin, ciwanên kurd bertekên xwe dan nîşan û diyar kirin ku di salvegera pêngava 15'ê Tebaxê de ji bo tecrîd bê şkandin, bi rûhê 15'ê Tebaxê biherikin qadan.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan e li Girava Îmraliyê di binê tecrîdeke giran de ye û ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Piştî hewldana derbeyê fikarên der barê tenduristiya Ocalan de her ku diçe zêde dibin. Ciwanên kurd ên li Îzmirê bang li ciwanan kir û diyar kirin ku ji bo tecrîd bê şkandin, divê bi ruhê 15'ê Tebaxê ciwan derkevin qadan.

‘Bi ruhê xwerêveberiyên cewherî...’

Sefkan Tugra destnîşan kir ku ev tecrîda li ser Ocalan di heman demê de îmhaya gelê kurd e û ev tişt got: "Em wekî ciwanên kurdistanî em dê bi ruhê xwerêveberiyên cewherî tecrîdê bişkênin û Rêbertiya xwe azad bikin. Heta Rêbertiya me azad nebe dê Kurdistan jî azad nebe. Ji bo wê jî divê ciwanên kurd dekevin qadan û xwedî li Rêbertiya xwe derkevin."

'Tecrîda li ser Rêbertiyê tecrîda li ser gel e'

Melîs Akgun jî di destpêka axaftina xwe de OHAL wekî pêkanîna li dijî hemû azadî û remanan dît û aşkera kir ku pêkanînên OHAL'ê destpêkê li dijî dîlên azadiyê pêk hatin û ev tişt anî ziman: "Fikara meya herî mezin tecrîda li ser Rêbertiya me ye. Ev tecrîda li dijî Rêbertiya me li dijî vîna gelê kurd pêk tê. Ji ber ku em demek dirêj e ji Rêbertiya xwe agahî nagirin, em di nava fikarek mezin de ne. Em wekî jin em dê li her derî xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û azadiya Rêbertiya xwe biparêzin."

(ms)




Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR