DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwanên HDP'ê yên Dîlokê meclisa xwe ava dikin

 
11 Ağustos
12:01 2016

DÎLOK (DÎHA) - Ciwanên HDP'ê yên Dîlokê di nava salekî de bi sedan hevalên wan hatin girtin, ji bo nûve avakirinê kampanyaya meclis û rêxistinkirinê dan destpê kirin.

Ciwanên di bin banê HDP'a Dîlokê de hatin gel hev, meclisa ciwanan ava dikin û dêdest bi xebatên xweyên rêxistinkirinê bikin. Berdevkê Hevserokan Mustafa Sayinbatur da zanîn ew li taxan civînan pêk tînin û li dijî polîtîkayên tepisandinê ciwanan bi rêxistin dikin. Sayinbatur bang li ciwanan kir û xwest li dijî polîtîkayên dewletê xwe bi rêxistin bikin.

Sayinbatur diyar kir ku dewletê di 24'ê tîrmeha 2015'an şûn ve pêkanînên giran xistine dewrê û aşkera kir ku di serkeftina 7'ê hezîranê ya HDP'ê de rola ciwanan gelekî mezin e. Sayinbatur got "Di 24'ê tîrmehê bi polîtîkaya şer, binçavkirin û girtinan pêvajo hat dewamkirin. Ji bo ciwanan bêhiş bihêlin her tiştî dikin. Li ser ciwanan fihûş û çanda qehwexaneyê didn ferzkirin. Dîsa bi dehan hevalên me hatin girtin."

Meclisên ciwanan ava dikin

Sayinbatur da zanîn li ser malbatên ciwanan jî şerê derûnî tê meşandin, ew dê li dijî polîtîkayên tepistandinê hêj zêdetir derkevin qadan. Sayinbatur destnîşan kir ku wan jî nûve dest bi xebatên xwe kiriye, wekî di tuzuka HDP'ê de jî heyî, dê xebatên xwecîhî û meclisên ciwanan bên avakirin. Sayinbatur bi lêv kir ku wekî biryarên di kongreya ciwanan de hatiye girtin, ew ê xebatên xwe bimeşînin û wiha pêde çû: "Em wekî koordînasyonê derdikevin û xebatên xwe dimeşînin. Me ev xeba li taxan dan destpêkirin. Li gelek taxan civînên me hatin kirin. Dê hêj dewam bikin. Bi taybetî meclisên jinên ciwan û jin pêşengtiyê dikin dê bên avakirin. Bêguman li dijî van xebatan zextên polîsan jî zêde ne. Em tu astengiyan nas nakin û xebatên xwe dimeşînin."

Sayinbatur herî dawî piştrast kir ku ev civînên li taxan tên kirin, gelekî tên ecibandin û bang li ciwanan kir ku piştgiriyê bidin xebatên wan.

(ms)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR