DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Parola Amedsporê 'şampiyonî' ye

 
27 Temmuz
16:04 2016

AMED (DÎHA) - Yek ji tîmên fûtbolê yê serkeftî Amedspor, ji bo serdema nû li qampa Kartepeya Kocaeliyê amadekariyên xwe didomîne. Berpirsiyarê Şûbeya Fûtbolê ya Amedsporê Farûk Erol diyar kir ku hindik maye amadekariyên wan bi dawî bibin û dest nîşan kir ku armanca wan bes şampîyonî ye.

Amedspora ku dê di serdema nû di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Super Totoyê de bilîze, amadekariyên xwe yî serdema 2016-2017'an li Kartepeya Kocaeliyê bi xebatên qampa etaba yekemîn didomîne. Fîkstura koma ku dê Amedspor tê de bilîze jî diyar bû. Dê Amedspor di serdema nû de maça ewil li deplasmanê, bi Erziromspora Şaredariya Bajarê Mezin re bilîze.

Berpirsiyarê Şûbeya Fûtbolê ya Amedsporê Farûk Erol bo serdema nû amadekariyên Amedsporê nirxand û wiha got, "Duh fîkstur diyar bûn. Em dê maça xwe yî ewil li deplasmanê bilîzin. Di warê sportîfiyê de bo me maçên deplasmanê her zor in. Dê heta 20'ê Tebaxê amadekariyên me yî qampê yên li Kartepeyê bidomin."

'Qadroya me amade ye, em ê ji derve jî çend transferan bikin'

Erol diyar kir ku hema bêje qadroya wan li ber temambûnê ye û wiha axivî: "Kadroya me amade ye. Em ê ji derve jî çend transferan bikin. Tîma me îsal bi awayekî çak û bi ahengiyî amadekariyên xwe didomîne. Em dê di vê serdemê di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de bi awayekî herî baş li ber xwe bidin. Di koma me de, em ji tu tîmî natirsin. Heta ku ji destê me bê em dê li ber xwe bidin."

'Di vê serdemê de hedefên me hene'

Erol dest nîşan kir ku lîstikvan û heyeta teknîkê bes li ser serfiraziyê hûr dibin. Erol wiha axivî: "Hedefa hemû tîmên di lîgê de şampiyonî ye. Em jî wek tîm bes endeksî serfiraziyê bûne. Ji bo şampiyoniyê heta ji destê me bê em dê li ber xwe bidin. Di 3'yê Îlonê de maçek me heye. Piştevaniya alîgirên me bo me girîng e. Hem maddî hem jî manewî piştevaniya alîgiran bo me muhîm e. Bi taybetî jî bo maçên li malê pêdiviya me bi piştevaniya alîgirên me heye. Divê alîgirên me ji qedexeyên deplasmanên sala çûyî dersê derxînin."

Dê maçên amadekariyê bên lidarxistin

Erol da zanîn ku niha li qampa Kartepeyê xebatên kondîsyonî didomin û wiha got, "Piştî 9'ê Tebaxê em difikirin ku 3 maçên amadekariyî li dar bixin. Dema tîma me hat Amedê, em dê bi tîmeke din re jî maçeke amadekariyê bilîzin."

(red)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR