DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Li dijî OHAL'ê parastina rewa

 
22 Temmuz
09:09 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Rêxistinên ciwanan ên Îzmirê hewldana darbeya leşkerî û OHAL nirxandin û diyar kirin ku ew dê li dijî vê rewşê ciwanên şoreşger li kolanan bi rêxistin bikin û parastina rewa pêş bixin.

Rêxistinên ciwanan li dijî hewldana darbeya leşkerî û îlana OHAL'ê bertekên xwe anîn ziman. Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF) Denîz Bahçecî, diyar kir ku li Qesrê darbeyek fîîlî pêk hat û wiha got: "Divê têkoşîn li kolanan bê rêxistinkirin. Divê mirov serhildanên Gezî, 6-7'ê Cotmehê, raperînên rêveberiyên cewherî li ber çavan bigire. Em dibînin ku dema gel dibin yek dikarin gelek tiştan bikin. Niha dixwazin bi OHAL'ê bitepisînin. Lê divê ciwan li Kurdistan û Tirkiye parastina rewa pêş bixe û her derê bike kozikên berxwedanê."

'Me derewa demokrasiyê jî dît'

Endama Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger Lutfiye Burcu Kara jî anî ziman ku ev şerê di navbera du hêzên dagirker û metînger de ye û wiha got: "Hêza îxtîdarê darbeya sivîl pêk anî. Em dibînin ku demokrasiya wan çiqas derewek mezin e. Berî darbeyê ji me dît ne li Kurdistan û ne jî li Tirkiye demokrasi hebû. Me carek din derewa demokrasiyê dît."
Kara, xwest hemû ciwan rêxistinên xwe ava bikin û li dijî îxtîdarê bibin eniya 3'yemîn.

'Rêya çareseriyê parastina rewa ye'

Endamê Yekîtiya Xwendekarên Lîseyê (LOB) Yaşam Onder jî xwest her kes ji bo parastina demokrasî û azadiyê derkevin kolanan û wiha got: "Yên duh ji mere digot dernekevin kolanan îro ew derdikevin kolanan. Yên duh ji ber em derdiketin kolanan em qetil dikirin îro konên xwe li kolanan vedane. Ji ber vê yekê divê em parastina rewa pêş bixin. Ji bilî parastina rewa rêyên din tune."

Onder, li dijî darbeya leşkerî û OHAL'ê bertekên xwe anî ziman û got: "Em ne darbeya leşkerî ne jî faşîzma qesrê dixwazin. Çanda me ya berxwedanê ji Berkin, Okan û Ceylanan tê.

Endamê Tevgera Ciwanên Demokratik (DGH) Doğan Yolcu jî anî ziman ku îxtîdarê hêza xwe ji polîs û leşkerê xwe girtiye û wiha got: "Divê li dijî hêzên paşverû hemû ciwan bibin yek û xwe bi rêxistin bikin."

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR