DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Kargehên qumarê didin lîstin hatin girtin

 
11 Temmuz
11:43 2016

AMED (DÎHA) - Li Peyasê 6 kargehên hat tespîtkirin ku qumarê didin lîstin, ji hêla şaredariyê ve hatin girtin.

Ekîpmanên Zabiteyî yên Şaredariya Navçeya Navendê ya Peyasê ya Amedê li kargehên hat diyarkirin ku qumar li wan tê lîstin dest bi venêrînê kirin. Di venêrîna betlaneya cejnê de 6 kargehên ku qumarê didin lîstin hatin mohrkirin. Derbareyê mijarê de Gerînendeyê Zabiteyan Onder Onen wiha got, "Di betlaneya cejnê de ekîpmanên me yî zabiteyan bênavber venêrîn domandin. Li gel venêrîna hilberînên xerîdariyî venêrîna li hemberî kargehên ku liv û tevgerên derzagoniyî dikin jî hat zêdekirin. Di van venêrînan de bi taybetî 4 cihwarên ku bi awayekî derzagonî tombalayê didin lîstin hatin valakirin û 2 cihwar jî hatin mohrkirin. Wek şaredarî dê venêrînên me yî bi vî rengî hê zêde bibin û bidomin."

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR