DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Ji bo aştiyê daketin Çemê Mûnzûrê

 
12 Haziran
10:52 2016

DERSIM (DÎHA) - Werzîşvanê ku raftîngê dikin vê carê ji bo aştiyê daketin Çemê Munzûrê. Werzîşvanan diyar kir ku li dijî înadê we bêran li avê dixin.

Bi hatina demsala baharê re coş û werzîşa li ser Çemê Munzurê dest pê kir. Çemê Mûnzûrê ku wekî qada 3'emîn a raftingê tê bi navkirin, werzîşa raftingê dest pê kir. Endamên Navenda Şahiyên Civakî û Piştevaniya Ciwanên Şaredariya Dêrsimê (GENÇSEM), îsal werzîşa raftîngê bi silogana "Ji şer re înad em bêran ji bo aştiyê li avê dixin" dest pê kir. Li navçeya Pulurê bi botan ketin ava Çemê Dîcleyê û bêrên xwe ji bo aştiyê li avê xistin.

Endamên GENÇSEM'ê Fuat Gok diyar kir ku ew naxwazin li ser çemê Munzurê bendav bên çêkirin û dixwazin Çemê Mûnzûrê azad biherike. Gok, anî ziman ku ew li dijî şer ji bo aştiyê bêrên xwe li avê dixin.

Ciwanê bi navê Metin Guler jî anî ziman ku yekem car bêrê li avê dixe û coşek herî xweş e. Guler, bang li hemû ciwanan kir û xwest bên vê coş û xweşikahiya Dêrsimê bibînin.

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR