DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwan nexistin Cizîrê

 
11 Haziran
23:13 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên ji bo avakiran Cizîrê ji bajarên Tirkiyeyê hatin Cizîrê nexistin nava bajar.

Nêzî 100 ciwanên endamên Meclîsa HDP'ê yên ji Îzmir, Stenbol, Enqere û bajarên din bi şîara "Ji bo avakirina jiyanê, ji Geziyê heta Cizîrê" ketin rê, piştî gihiştin Amedê ber bi Cizîrê ve derketin rê. Ciwanên ku bi silogana "Bijî berxwdana Geverê" ji Amedê berê xwe dan Hezêxê, polîsan destûr neda ku têkevin Hezexê. Ciwanên ku li Hezexê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin, çûn navçeya Cizîrê. Ciwan di ketina Cizîrê de jî rastî astengiyên polîs û leşkeran hatin û destûr nehat dayîn ku têkevin Cizîrê. Ciwanên ku hatin astengkirin dîsa berê xwe dan Amedê. Ciwan dê sibê li ber avahiya KCD'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê.

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR