DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Dê tu xeyal nîvco nemîne!

 
9 Haziran
09:26 2016

EDENE /MÊRSÎN (DÎHA) - Kampanyaya ku ji aliyê endamên SGDF'ê ya "Rêwiyên xeyalê di riya edaletê de ne ji bo Pirsûsê milyonek îmze" ji bo dîtina kiryarên qatlîama Pirsûsê li her derê Tirkeyeyê belav dibe. Li Edene û Mêrsînê endamên SGDF û ESP'ê yên ku kolan bi kolan, derî bi derî digerin wiha gotin: "Em wekî hevrêyên 33 rêwiyên xeyalê li Amarayê bi xeyalên ku nîvco mane ve bi gotina xwe ya 'Dê tu xeyal nîvco nemîne' ve li kolanan, dibistanan, kargehan, li taxan, li qadan lêgerîna edalatê bidomînin."

Xebatên kampanyaya milyonek îmze ya ku Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û ESP'ê ji bo dîtina kiryarên qatlîama Pirsûsê dane destpêkirin didome. Kampanya dê heta 20'ê tirmehê dest pê bike. Li Edene û Mêrsînê endamên SGDF û ESP'ê derî bi derî digerin û îmzeyan kom dikin.

Endakê SGDF'ê Ekîn Baran Taştan diyar kir ku armanca kampanyayê komkirina milyonek îmzeye û heta salvegera qatlîamê dê kampanyayê bidomînin, di 207ê tîrmehê de heyeteke ji 33 kesan pêk tê ava bikin û di nava heyetê de jî hemû lêgerînerên edaletê hebin. Taştan bilêv kir ku ji malbatên Roboskê yên zarokên xwe winda kirine, heta Hrant Dînk, Tahîr Elçî malbatên wan di nava heyetê de cih bigirin û heyetek dê biçe Pirsûsê, yek biçe Cizîrê yek jî biçe Kobanê.

'Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin'

Taştan diyar kir ku li Mêrsînê li gelek noqteyan standên îmzeyê vekirine dîsa tax bi tax digerin û îmze kom dikin. Taştan got ku dema xebatê dimeşînin polîs pêkûtiyan li wan dikin pirsa "çima van îmzeyan kom dikin" "divê hûn ji walîtiyê desturê bigirin" dikin û dixwazin wan asteng bikin. Taştan xwest hemû lêgerînerên edaletê li dora kampanyayê kom bibin.

'Em ê ji bo gelan edaletê bixwezin'

Tulîn Gur a ku di qatlîama Pirsûsê de birîndar bû jî diyar kir ku wekê endamên SGDF'ê bi şîara "Ji bo Pirsûsê ji bo hemû kesan edalet" di 20'ê gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê kampanya dane destpêkirin. Gur wiha axivî. "Em wekî hevrêyên 33 rêwiyên xeyalê li Amarayê bi xeyalên ku nîvco mane ve bi gotina xwe ya 'Dê tu xeyal nîvco nemîne' ve li kolanan, dibistanan, kargehan, li taxan, li qadan lêgerîna edalatê bidomînin." Gur anî ziman ku ew ê bi hemû rêxistinên ciwanan ve daxuyaniyeke hevpar bidin û bi gotina "Ciwan edaletê dixwazin" xebatê bidin meşandin, li Edeneyê û li taxan, zanîngehan, kolanan, qahwexaneyan li her derê kampanyayê bimeşînin, li taxan civînan li dar dixin peşangehan vedikin û 33 rêwiyên xeyalan vedibêjin.

'Ji bo Pirsûsê edalet ji bo hemû kesan edalet'

Gur got ku ji 16'ê Hezîranê heta 20'ê tîrmehê di nava 33 rojan de xebatên xwe xurtir bidomînin û her rojî diyarê rêwiyekî xeyalê bikin û bi vî rengî bixebitin û wiha axivî: "Em wekî hevrêyên 33 rêwiyên xeyalê ji bo ku tu xeyal nîvco nemînin bixebitin. Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin. Hesabê ku ev dewlet bide me heye em ê ji bo kesên rastî zilmê dibînin hesab bipirsin. Em dixwazin hemû kes piştgiriyê bidin kampanyayê. Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesan edalet."

(sa)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR