DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

‘Em dê di avakirina Kurdistanê de pêşengiyê bikin'

 
7 Haziran
09:05 2016

EDENE (DÎHA) - Meclîsa Ciwanên HDP'ê dê di 10'ê Hezîranê de bi hişyariya "Ji Geziyê ber bi Cizirê em jiyanê ava bikin" biçin Kurdistanê bi bi gelê Kurdistanê re berxwedanê mezin bikin. Endamê Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Mêrsînê Derviş Ozan Ersoy, diyar kir ku wan çawa ji Gezî heta Kobanê rista jiyanê hûna, dê li Kurdistanê jî pêşengiyê bikin. Endamê Kollektifê Cemre Berivan Gurses, jî anî ziman ku ew dê her dem li cem gelê kurd cih bigirin.

Piştgiriya kampanya Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya di 10'ê Hezîranê de bi hişyariya "Ji Geziyê ber bi Cizirê em jiyanê ava bikin" bimeşin Kurdistanê Li Edene û Mêrsînê jî mezin dibe.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Edeneyê Cabir Tozun, anî ziman ku li Kurdistanê şerekî giştî heye û ji bo ew li dijî vî şerî rawestin starta vê kampanyayê dane. Tozun, da zanîn ku li hemberî komkujiya Kurdistanê bêdengiyek mezin heye û ji bo vê bêdengiyê bişkînin dimeşin Kurdistanê.

'Roj roja pêçana birînan e'

Tozun, anî ziman ku dê li aliyekî alîkariya pêdiviyên jiyanê bikin û zexîre kom bikin, li aliyê din ji bo avakirina Kurdistane dê xebatan bimeşînin. Tosun, bang li hemû rêxistinên ciwanan ên Tirkiyeyê kir û xwest hêzê bidin vê kampanya wan. Tosun, da zanîn ku dê meclîsa ciwanên HDP'ê di 10'ê Hezîranê de bimeşin Cizîrê. Tosun, bang li her kesî kir ku di meşa Cizîrê de cihê xwe bigirin.

Endamê Meclîsa HDP'ê Yunus Varli jî anî ziman ku dê di 10'ê Hezîranê de ji gelek bajaran hemwext berê xwe bidin Cizîrê û xwest hemû ciwan di avakirina Cizîrê de cihê xwe bigirin.

Varli, da zanîn ku ew dê bi 2 otobusan ji herêmê biçin Cizîrê û destê alîkariyê dirêjî gelê Cizîrê bikin. Varli bang li hemû ciwanan kir ku jibo avakirina Cizîr, Nisebîn, Sur, Silopiya, Geve bibin deng û alîkarî.

Endamê Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Mêrsînê Derviş Ozan Ersoy, diyar kir ku wan çawa ji Gezî heta Kobanê rista jiyanê hûna, dê li Kurdistanê jî pêşengiyê bikin. Ersoy, anî ziman ku AKP – DAIŞ'ê li Kurdistanê komkujiyek pêk anîye û bi dehan jin û zarok ji aliyê îxtîdara AKP'ê ve hatin qetilkirin. Ersoy, da zanîn ku ciwanan çawa li Gezî û Kobanî pêşengî kir dê li Kurdistanê jî pêşengiyê bikin.


Endamê Kollektifê Cemre Berivan Gurses, jî anî ziman ku ew dê her dem li cem gelê kurd cih bigirin.Gurses da zanîn ku hikûmetea AKPê her dem zimanê mêr dike serdest. Gurses, bang li hemû ciwanan kir ku tev li meşa Kurdistanê bibin.

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR