DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwan dê bi ruhê Gaziyê Cizîrê înşa bikin

 
26 Mayıs
09:19 2016

STENBOL (DÎHA) - Di salvegera Berxwedana Geziyê de ciwanên ku pêşengên berxwedanê bûn dê bi banga Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve bi ruhê Geziyê diçin Cizîrê ji nû ve înşa bikin. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ridvan Ozturk bang li ciwanan kir û xwest bi ruhê berxwedana Geziyê bi ruhê berxwedana Cizîrê re bikin yek û tevlî xebatên înşayê yên li Cizîrê bibin.

Di salvegera Berxwedana Geziyê ku bi nerazîbûna li hemberî jêkirina darên li Parka Geziyê dest pê kir û li dijî îxtidara Erdogan û AKP'ê veguherî serhildana demokrasî û azadiya gel de ciwan ruhê berxwedanê bigihînin ruhê berxwedana Cizîrê. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yên ku dixwazin tevlî xebatên înşayê yên navçeya Cizîrê ya ku bi êrîşên qirkirinê ji aliyê hêzên dewletê ve hate xirakirin bibin dê di 10'ê Hezîranê de ji Stenbolê biçin Cizîrê.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ridvan Ozturk diyar kir ku armanca wan ruhê ciwanan a berxwedana Geziyê ya li rojavayê Tirkiyeyê bigihînin ruhê berxwedana Cizîrê û vî enerjiyê tevlî xebatên înşayê bikin. Ozturk wiha got: "Em dixwazin ciwanan bigihînin Kurdistanê, tiştên ku li wir diqewimin di cih de bibînin û xebatên înşayê bi leztir bikin."

Ozturk da zanîn ku ew dixwazin ji hemû beşên civakî ciwanan bibin Cizîrê û wiha got: "Heta ku di berxwedana Cizîrê de ciwan hebin dê neqede. Werin em bi hevre înşayî bilezgîntir bikin."

(sa)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR