DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwan: Em di 1'ê hezîranê li Cizîrê bin

25 Mayıs
11:57 2016

STENBOL (DÎHA) - DEM-GENÇ û Jinên Ciwan Demokratîk û Azad (ODGK) bang li tevahya zanîngeh û ciwanên çepgir û sosyalîst kir ku ji bo ji nûve avakirinê di 1'ê hezîranê de li Cizîrê bin.

DEM-GENÇ û Jinên Ciwan Demokratîk û Azad (ODGK), bal kişandin ser êrîşên hêzên dewleta tirk a dagirker û diyar kirin ku di êrîşên 3 mehan ên li hemberî navçeya Cizîrê ya Şirnexê de bi sedan welatî hatin kuştin, bi hezaran welatî ji cih û warên xwe hatin koçber kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi hezaran avahiyên welatiyan ji hêla hêzên dewletê ve hatine hilweşandin, ji bo ji nûve avakirinê divê hemû ciwan li Cizîrê di înşayê de cihên xwe bigirin. DEM-GENÇ û ODGK'ê bang li tevahiya zanîngeh, ciwanên kedkar, çepgir û sosyalîst kir ku di 1'ê hezîranê de li Cizîrê bin.

Ciwanan di daxuyaniyê de da zanîn ku ew dê têkoşîna xwe bi ruhê xwerêveberiyên cewherî berdewam bikin û wiha hat gotin: "Ev têkoşîna ku tê dayîn, têkoşîna hêzên demokratîk û hêzên desthilatdariya dewletê ye. Bi berxwedana Cizîrê jî derket holê, faşîzma AKP'ê gelekî tirsaiya ye. Ji bo wê jî berxwedana xwerêveberiyên cewherî ji bo hemû gelên cîhanê hêviyek."

Ciwanan di daxuyaniyê xwe de bal kişandin ser komkujiyên li hemberî jinan jî û ev wiha hat gotin: "Bi şerê qirêj ê ku tê meşandin ıe, tê payîn ku dê bi teşhîrkirina bedena jinê, dê serkeftinê bi dest bixin. Ev hişmendiya sersest a mêr dê di rûpelên dîrokê de bi rûreşî bên nivîsîn û dê hemû ehmeqiyê bijî. Em wekî jinên ciwan soz didin ku em ê dîsa di xweliya Rohat, Mehmet, Asya û Berjînan de ji nûve xwe bixweliqînin. Li ser vî esasî em bangî hemû zanîngeh, ciwan, jinên ciwan, ciwanên kedkar, çepgir û sosyalîst dikin ku di 1'ê hezîranê de li Cizîrê di înşayê de cihên xwe bigirin."

(ms)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR