DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Li Trîbunan çanda şoreşgerî pêş dixin

 
20 Mayıs
09:43 2016

AMED (DÎHA) - Tîma Amedsporê ya ji ber hemû astengiyan jî lîg di rêza 8'emîn de bi dawî kir û tevahiya demê tîma herî zêde bû sedema nîqaşan, her wiha bi alîgirên xwe jî bû rojevên sereke. Komên Barîkat û Mor Barîkat, dan zanîn di qadên fitbolê de jî wan bayê faşîzmê berteref kiriye û ruh û çanda şoreşgerî ya li Kurdistanê di nava xwe de hewandiye.

Tîma Amedsporê ji ber hemû zext û êrîşên faşîzan jî wan di Koma Sor a Lîga 2'emîn ya Sper Totoyê de serkeftineke mezin bi dest xist û di grafîka 8'emîn de cih girt. Amedspor ji derveyî serkeftinên fîtbolê, di aliyê pêla êrîşên faşîzan de jî serkeftineke mezin bi dest xist û êrîşên faşîzan ên li Tirkiyeyê berteref kirin. Ji ber şer û pevçûnên li Tikrkiye û Kurdistanê, di her maça ku dihat leyîstin de, li hemberî Amedsporê helwest bi pêş diketin, îro di aliyê fîtbolê de ji bo fîtbolhezan bûye tîmeke alternatîf. Ji ber sekna tîmê ya polîtîk, ji tîmên Lîga Îspanyayê ya La Lîga a Barcelona û Atletîca Bîlbao jî ji bo xwe alîgir dibîne.

Alîgirên tîmê der barê van taybetmendiyan de agahî dan û dan zanîn ku tîmên fîtbolê yên wekî Barcelona û Atlantico Bîlbao yên Katalan û Baskê, di dema Franco de berxwedana polîtîk birine qadên fîtbolê, îro jî Amedspor vê rol û mîsyonê li Tirkiyeyê li hemberî pêla faşîzmê dide meşandin.

'Ji Kurdistan û çanda şoreşê bandor dibin'

Avakar û alîgirê Koma Barîkatê Bîlal Akkalu diyar kir ku Barcelona û Atletîco Bîlbao şop û çanda herêma xwe di nava xwe de dihewînin, Amedspor jî li Kurdistanê çanda şoreşgerî di nava xwe de dihewîne. Akkalu da zanîn Amedsporê di dema derbasbûyî de, li hemberî taximên milyon dolarî serkeftineke pirmezin bi dest xistiye, di her serkeftinê de pirsgirêkên gelek girîng ên li welat anîne rojevê.

'Em li dijî faşîzmê li virin'

Akkalu aşkera kir ku Amedspor ji ber sekna xwe ji hêla TFF'yê ve bûye "tîma nayê xwestin" û wiha pêde çû: "Di her maçê de yên bi êrîşê re rû bi rû man em bûn, lê yên dîsa hatin cezakirin jî em bûn. Em ê jî li hemberî hemû êrîşan bidin nîşan ku em ji faşîzma wan natirsin. Em dê di her dem pirsgirêkên gelê xwe bînin ziman û stadan dagirin."

Pêla piştgiriyê zêde dibe

Endama Koma Mor Barîkatê Ezgî Yetîş jî destnîşan kir ku ev maç ne tenê wekî skorekî ye, di heman demê de berxwedana li dijî faşîzmê ye û wiha pêde çû: "Amedsporê di trîbûn û qada medyaya civakî de li dijî faşîzmê xeteke alternatîf afirandiye. Sekna polîtîk a Barîkan û Mor Barîkatê xwedî cihêrengiyekî ye. Êdî Amedsporê di aliyê fîtbolê de nêrîneke nû aniye welat."

Bi nasnameya xwe li qada cîhanê ne

Endama Koma Mor Barîkatê Rovîna Demîr got ku êrîşên li hemberî Amedsporê, bi êrîşên li hemerî gelê kurd ve girêdayî ye û ev tişt anî ziman: "Divê gelê me Amedsporê tenê nehêle. Amedsporê jî wekî Atletîco Bîlbao bû dengê herêma xwe. Gelê me sekna Amedsporê eciband û xwedî lê kerket."

(ms)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR