DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Dê Mûnzûr û Harçîk hê paktir biherikin

 
13 Mayıs
12:08 2016

DERSIM (DİHA) - Projeya kanalîzasyon û ava vexwarinê ya 2 sal berê ji aliyê Şaredariya Dersimê ve li herêma Çemê Mûnzûrê û Çemê Harçîkê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Xebatên kanalîzasyonê yên Şaredariya Dersimê yên li hawirdora Çemê Mûznûrê 2 sal berê hatibûn destpêkirin, bi dawî bûn. Bi vê projeyê dê ava gemarî ya avahî û kargehên li derdora Çemê Mûnzûrê veguhezînin 9 îstasyonên pompayî yên hatine avakirin. Bi tesîsên dawerivînê li qada di navbera Çemê Mûnzûrê ya 12 km'yî de boriyên kanalîzasyonê hatin bicihkirin. Bi bicihkirina boriyan re 9 îstasyonên pompayî jî hatin bicihkirin.

Derbareyê projeya ku ji sedî 98'ê wê temam bûye de Hevşaredarê Dersimê Mehmet Alî Bûl axivî û got, ji niha û pê ve dê Mûnzûr hê paktir biherike.

Piştî projeya kanalîzasyonan li Taxa Goma Dewrêş jî, li texma Mewkiya Goristanê dê hin zevî bo îmarê bên amadekirin.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR