DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwanan: Denîzan 44 sal berê banga têkoşîna hevpar a gelan kirin

 
5 Mayıs
09:15 2016

STENBOL (DÎHA) – Ji vir û 44 sal berê dema pêşengên şoreşger ên nifşê 68'an Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ber bi sêdarê ve dimeşiyan qêrîna wan a dawî "Bijî biratiya gelan û bijî sosyalîzm bû." Ciwanan diyar kir ku Denîzan 44 sal berê banga têkoşîna hevpar a gelan kirine û gotin ji her demê zêdetir pêdivî bi serxwebûn û sosyalîzmê heye.

Di ser darvekirina pêşengên şoreşger Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan 44 sal derbas bûn. Li gel ewqas salan jî têkoşîna 3 pêşengên ciwan ên ku serê xwe netewandin û bi dirûşmeyên baweriyê ber bi sêdarê ve meşiyan ji bo ciwanan çavkaniya têkoşîn û baweriyê ye. Di salvegera darvekirina Deniz, Huseyîn û Yusuf de ciwanên ji Yekitiya Xwendekarên Şoreşger û Ciwanên Kedê, ji bo şoreşê û têkoşîna sosyalîzmê nêrîn û baweriyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji her demê zêdetir pêdivî bi sosyalîzm û serxwebûnê heye.

'Femkirina Denîzan femkirina têkoşîna şoreşê ye'

Endamê Ciwanên Kedê Alîşan Dogan diyar kir ku femkirina Denîzan femkirina têkoşîna wan a azadiyê ye û got "Salê carekê bîranîna wan têr nake, divê têkoşîna wan were meşandin. Eger em li gorî baweriyên wan têkoşîna xwe bimeşînin emê soza xwe bigirin."

Serxwebûn, demokrasî û sosyalîzm

Dogan destnîşan kir ku tevgerên ciwanan îro jî bi zextên giran re rû bi rû ne û anî ziman ku feraseta ku Denîz, Yusuf û Huseyîn darvekir îro jî ciwanan dide girtin û bi komkujiyan wan qetil dike. Dogan diyar kir ku ew hewl didin her 3 şoreşgerên ciwan bi têkoşîna xwe ve bidin jiyin û wiha berdewam kir: "Em li ser mîrateya nifşê 68'an hewl didin têkoşîna xwe bidomînin. Bi taybet di 6'ê Gulanê de em dirûşmeya 'Serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê' berz dikin."

'Ji her demê zêdetir serxwebûn û sosyalîzm'

Yek ji endamên Ciwanên Kedê Bîlgesu Karakaya jî anî ziman ku îro ji her demê zêdetir pêdivî bi serxwebûn û sosyalîzmê heye ku daxwazên bingehîn ên Denîzan bûn. Karakaya balê kişand ser êrîşên tevkujiyê yên li hemberî gelê Kurd tê meşandin jî û wiha pê de çû: "Ji bo em rê li ber komkijiyan bigirin û ji bo dirûşmeya jiyana wekhev berz bikin 6'ê Gulanê girîng e." Karakaya di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku di 6'ê Gulanê de tevlî meşa Dolmabahçeyê bibin.

'Têkoşîna hevpar dikare serxwebûn û sosyalîzmê mezin bike'

Ji Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger Muhammed Hîzmetçî jî di destpêka axaftina xwe de dirûşmeya Denîz Gezmîş a "Bijî biratiya gelên Kurd û Tirk" bibîrxist û diyar kir ku Denîzan 44 sal berê bang li têkoşîna hevpar a gelê Kurd û Tirk kiriye. Hîzmetçî got ku encax têkoşîna hevpar a gelan dikare têkoşîna serxwebûn û sosyalîzmê mezin bike û wiha axivî: "Têkoşîna Denîzan li hemberî desthilatdaran bû. Ji ber vê yekê têkoşîna hevpar a gelan ji her demê zêdetir girîng e. Niha bajarên Kurdistanê hatine dorpêçkirin, zarok, pîr û ciwan tên qetilkirin. Li hemberî vê gelê kurd têkoşîneke mezin dimeşîne. Dibe ku gelê Tirk bi awayek xurt hevgirtina vê berxwedanê nake lê ev nayê wê wateyê ku dê neke."

(sy)




Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR