DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Amedspor: Yê me dike hedef TFF bi xwe ye

 
25 Nisan
12:12 2016

AMED (DİHA) - Duh piştî Amedspor, Ankaragucusporê têk bir, alîgirên Ankaragucusporê êrîşî Hevserokê Quluba Amedsporê û rêveberên wê kirin û di vê êrîşê de 6 kes hatin derbkirin. Sekreterê Giştî yê Amedsporê Nesîh Aktepe diyar kir ku ew erîşên ku li ser wan pêk tên şermezar dikin û ew ji aliyê TFF'ê jî wek hedef tên girtin.

Li Enqereyê duh Amedspor û Ankaragucusporê di Lîga 2'emîn a Spor Totoyê de bi hev re lîstin û di maçê de Amedspor, Ankaragucusporê 2-1 têk bir. Piştî têkçûyînê bi dehan alîgirên Ankaragucusporê êrîşî turîbîna ku rêveberên Amedsporê lê bûn kir. Di vê êrîşê de Serokê Qulubê Ali Karakaş û rêveberên kulubê Nurullah Edemen, Soran Mizrak, Nesîh Aktepe, Mevlut Aslan û Ekrem Yeşil hatibûn derbkirin.

'Li gel êrîşê heqaret jî kirin'

Sekreterê Giştî yê Amedsporê Nesîh Aktepe diyar kir ku beriya lîstîkê Ankaragucu wan bawer nedikir dê tiştekî bi vî awayî pêk bînin û wiha got: "Me digot digot li protrokolê kes nikare erîşî me bike. Mixabin piştî gola 2'emîn, 30 kesî êrîşî me kir. Ew ên ku êrîşî me kirin ne alîgir bûn. Tevahî nûnerên Ankaragucusporê bûn û di stuyê wan de qertên wan hebûn. Tenê erîş nekirin, li gel êrîşê heqaret jî kirin. Em tenê 6 nûner bûn û jinek mêvan hebû. Me xwest em wê jî biparêzin mixabin bi awayekî dijwar êrîş kirin."

'Ji van hemû êrîşên li hemberî me pêk tên TFF berpirsiyar e'

Aktepe da zanîn ku di dema lîstikê de li protokolê li gel Gerînendeyê Muduriyeta Polîsan kesên payebilind jî hebûn û wiha axivî: "Li protokolê li gel kesên payebilind hebûn jî tu kesî deng ji xwe ne anî. Em van êrîşên ku li hemberî me pêk tên şermezar dikin. Ji xwe em di hemû maçên xwe yî li deplasmanê bêyî alîgirên xwe dilizîn. Ji van hemû êrîşên li hemberî me pêk tên TFF berpirsiyar e. Derbareyê êrîşên li hemberî Amedsporê tu mueyîdeyeke cezayî pêk nayê."

'Serokê Ankaragucusporê jî heqaret li me kir'

Aktepe diyar kir ku 3 punê wan ji aliyê TFF'yê ve hatiye malaştin û wiha got, "Her tim li hemberî me êrîş pêk tên. Min bi xwe nêzîkî 200 kulm xwarin. Serokê Ankaragucusporê jî heqaret li me kir û ji me re got ' Hey şerefsiz çima kêfa we tê.' Bi kurt û kurmancî yê me dike hedef TFF bi xwe ye."

(rd/red)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR