DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Tûrnûvaya Arîn Mîrxan dest pê kir

 
19 Nisan
11:32 2016

AMED (DÎHA) - Duyemîn Tûrnûvaya Sporê ya Arîn Mîrxan a ji aliyê Şaredariya Licê vê tê lidarxistin, dest pê kir.

Li navçeya Licê ya Amedê, duyemîn Tûrnûvaya Sporê ya Arîn Mîrxan a ji aliyê Şaredariya Licê vê tê lidarxistin, dest pê kir. Tûrnûva dê îsal yadî Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyê bê kirin û her wiha dê di tûrnûvayê de musabeqeyên wek fûtbol, voleybol, tenîsa maseyê, kişik û atletîzmê bên lidarxistin. Di warê fûtbolê de 17 tîm beşdar bûn û pişk hat avêtin.

Piştî pişkê raqîb diyar bûn û musabeqe dest pê kirin.

(red)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR