DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Atletên jin ên Belediyespora Kayapinarê madalyayan berhev dikin

 
18 Nisan
11:15 2016

AMED (DÎHA) - Atletên jin ên Belediyespora Kayapinarê, piştî serkeftinên xwe yî Şampiyonaya Balkanê ya li Komara Çekê, vê carê jî di pêşbirkên li Yûnanîstanê de sê madalya wergirtin.

Li bajarê Florîne yê Yûnanîstanê di pêşbirka beza 5 km'yî ya jinên bi stêr a şampiyonaya atletîzmê ya navneteweyî ya ji aliyê Federasyona Atletîzmê ya Ewropayê ya Navneteweyî hat lidarxistin de, werzîşkarên Belediyespora Kayapinarê Meryem Pekmez bû yekemîn, di heman pêşbirkê de Ayşe Tekdal jî bû duyemîn.

Di beza 10 km'yî ya jinên ciwan de jî Yeter Aslan madalyaya sêyemîntiyê wergirt.

Duyemîn serkeftina navnetewî

Hefta borî jî di pêşbirkên beza 5 km'yî yên Şampiyonaya Atletîzma Balkanê ya li bajarê Podebrady ê Komara Çekê jî Meryem Pekmez bûbû şampiyona Balkanê. Meryem Pekmez bi dereceya 22.53'yan bûbû yekemîn û her wiha bi vê dereceyê reqora Tirkiyeyê ya 23.06'an jî egale kir. Di heman şampiyonayê de jî bûbû sêyemîn.

(red)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR