DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

'Şiyara me ji her kesî û ji her alî re xizmet'

 
18 Nisan
11:07 2016

WAN (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya di civîna Meclisa Şaredariyê de rapora felyetên sala 2015'an parve kir. Kaya diyar kir ku dema ew hatine peywîrê heta niha, ew bi şiyara ji her kesî û ji her aliyî re xizmetê bi pêş bixin hatine. Kaya got ku wan çavkaniyên şaredariy bi awayekî wek hev li her kesî re biriye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Civîna xwe ya Nîsanê li Salona Civînê ya Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Wanê (VAT-TSO) pêk anî. Civîna ku serokatiya wê Wekîlê Serokê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Cahît Bozbey kir, endamên meclisa BDP û AKP'ê jî amade bûn.

Di civînê de Berdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a DBP'ê Nejla Bakir der barê xebatên di sala 2015 û 2016'an de axaftinek kir. Bakir destnîşan kir ku xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin pêk anîne, hem mînak û hem jî model in. Bakir da zanîn bi van xebatan Wanê reformeke bezin pêk aniye û aşkera kir ku xebatên di 90 salên komarê de pêk nehatin, Şaredariya Wanê pêk aniye.

Li ser navê AKP'e jî Suleyman Can axivî û xebatên Serokatiya Dayreya Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin pîroz kir û got ku ew li ser navê bajêr spasiyên xwe dikin.

Kaya: Ji her kesî re xizmet

Di civîna Meclisê de Hevşaredar Bekîr Kaya jî axivî û diyar kir ku xebatên di sala 2015'an de ji hêla şaredariyê ve hatine kirin, ji tewecuha gelê Wanê re dihêlin. Kaya bi lêv kir ku karê wan xizmeta ji bo gel e û wiha pêde çû: "Dem dem dibe ji ber bê tecrûbetiyê kêmasiyên me çêbibin, lê roja ku em hatin peywîrê heta niha tenê şiyareke me hebû, ew jî ji bo her kesî û her aliyî xizmet e. Em bi vê armancê xebatên xwe berdewam dikin. Em ji bo wê ji hemû endamên meclisê re spasiyên xwe dikin."

Piştî nirxandinan, raporên felyetê yên sala 2015'an bi dengdanê hat qebûlkirin.

(ms)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR