DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwanên HDP'î dê bi meclîsê xebatên xwe bimeşînin

18 Mart
13:29 2016

ENQERE (DÎHA) - Ciwanên HDP'ê ku hefteya borî li Enqereyê kongreya xwe pêk anîn, encamnameya xwe aşkere kirin. Ciwanan diyar kirin ku ciwanên xwedî feraseta azadîparêz, wekhevparêz, demokrat, ekolojîst dê di bin meclîse de xebaten xwe bimeşînin bi modela meclîsê xwe bi rêxistin bikin.

Meclîsa Ciwanên HDP'e hefteya borî li Enqereyê bi silogana "Em bi rêveberiya cewherî xwe bi rêxistin dikin û bi berxwedanê azad dibin" 1'emîn Kongreya xwe ya Asayi pêk anîn. Ciwanan encamnameya kongreyê aşkere kir. Ciwanan diyar kirin ku li ser pêvajoyê û pirsgirêkên ciwanan du rojan niqaş meşandine û rêziknameya xebatê meşandine û ji bo pêşerojê Lijneya Rêveber hilbijartine.

Ciwan dê bi modela meclîsê xwe bi rêve bibin

Ciwanan encamnameya xwe bi awayekî nivîskî parve kirin û wiha gotin: "Di serdema nû de ciwanên xwedî feraseta azadîxwaz, aştîxwaz, demokrat, ekolojist dê di bin baneyê meclîsê de bên cem hev û bi modela meclîsê xwe bi rêxistin bikin.

'Ji bo rojhilata navîn a azad'

Ciwanan di berdewama daxuyaniyê de diyar kirin ku meclîsên bên avakirin dê nûnertiya hemû ziman, nasname, bawerî û rengan bipareze li ser vî esasî lez bidin xebatên xwe. Ciwanan, destnîşan kir ku ev xebat dê di bin baneyê Meclîsa Ciwanên HDP'ê de pêş bikeve û wiha cih da encamnameyê: "Li ser kevneşopiya têkoşîna ciwanên 68'an û berxwedana ciwanen Gezi û Kobanê li Tirkiye û Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin. Dê bi modela aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê xwe bi rêxistin bikin û modeleke pêş bixin."

Dê rêveberiyên cewherî bibin Rojava

Ciwanan di berdewama encamnameyê de destnîşan kirin ku dê li dijî polîtîkakyên AKP-Sarayê rêveberiyên cewherî yên li Kurdistanê ketine meriyetê li Rojava jî têxin meriyetê û wan li Rojava bi ruh bikin û wiha got: "Em wekî perçeyekî berxwedana Kurdistanê vê berxwedanê li her qadê belav bikin. Em dê fikra demokrasî û rêveberiyên cewheri li Rojava jî belav bikin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan li Îmraliyê ji bo Tirkiye û Rojhilata navîn xwest modela wekhev, azad û demokratîk têkeve jiyanê. Lê ji ber tecrîda giran li şûna muzakereyên demokratîk şer xistin meriyetê. Ji bo aşti û demokrasiyê divê berî her tişti Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan."

Dê îsyana jinê bilind bikin

Di berdewama encamnameyê de hat zanin ku dê li dijî hişmendiya serdest a mêr, deng û têkoşîna jinê bilind bikin û wiha berdewam kirin: "Hem di qada siyasetê de û hem jî di hemû qadên jiyanê de divê cudahiya pozitif pêş bikeve û wekhevî bê kirin. Jinên ciwan de hêzek mezin têxin nava polîtîkayan.

Disa ji bo jin û endamen LGBTİ'ê yên ku rastî cudahiyê tên li dijî pergala serdest dê têkoşîn berdewam bike. Dê meclîsa Ciwanên HDP'ê hêzê bide rêxistinbûna wan.

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR