DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Serkeftina Wan Belediyespor dê bersiva êrîşan bide

 
14 Mart
09:01 2016

WAN (DÎHA) - Pêlên nijadperest ên ji ber polîtîkayên şer weke hemû qadên jiyanê bandor li ser xebatên sportîf jî dike û yek ji tîmên futbolê yên sereke yên herêmê Wan Belediyespor jî li bajarên Tirkiyeyê rastî êrîşan tên. Rêvebir û lîstikvanên tîmê anîn ziman ku helwest û daxuyaniyên TFF, çapemeniya tirk û siyasetmedaran rê li ber van êrîşan vedike û dê serkeftina tîmê bersiva êrîşan bide.

Ji ber polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê li Tirkiyeyê her ku diçê pêla nijadperest jî bilind dibe û bandor li ser hemû qadên jiyanê dike. Yek ji qadên ku di demên dawî de dibe hedefa pêkanînên nijadperest jî spor e. Li Kurdistanê gelek tîmên futbolê di nav şert û mercên zehmet de hewl didin aktîvîteyên xwe bidomînin lê ev jî rastî gelek astengiyan tê. Amedspor ji ber ku di maça Fenerbahçeyê de pankarta "Bila zarok jî nemirin werin maçê" hilgirtin, rastî cezayên gelek giran hatibû û rê li ber serkeftinên tîmê hatibû girtin. Li Kurdistanê yek ji tîmên ku hewl dide di futbolê de gavên nû bavêje jî Wan Buyukşehîr Belediyespor e. Hevserok, dîrektorê teknîkê û lîstikvanên tîmê der barê xebatên tîmê de, astengiyên ku rû bi rû dimînin, helwesta Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û hedefên tîmê ji ajansa me re vegot.

Eşîn da zanîn ku ji ber ew tîma Kurdîstanê ne dema diçin bajarên Tirkiyeyê rastî êrîşên nîjadperest tên û ew êrîş ji helwesta TFF'ê ya li hemberî tîma wan hêzê digire. Eşîn destnîşan kir ku TFF bi çavên dijminaniyê nêzî wan dibe û wiha got: "Dema heqaret li tîma tê kirin û em rastî dijûnên giran tên, TFF bêdeng dimîne. Lê ji tîma me re bê sebeb ceza dide."

'Ji ber helwesta TFF em ji lîgê vekişiyan'

Eşîn anî ziman ku TFF gelek caran bi hincetên cûda ji wan re astengî derdixe û vê mînakê da: "TFF ji timên me yên temenê wan di bin 18 de ne ji ber pêvajoya şer astengî derxist. TFF ji me re got 'Bila timên we ne li herêmê li bajarên Tirkiyeyê maçên xwe bilîzin.' Me bertek nîşanî pêşniyara TFF da û em ji lîgê vekişiyan." Eşîn balê kişand zimanê "nêr" yê di futbolê de jî û wiha berdewam kir: "Dema ku ez bûm hevserok li hemberî min jî bertek hat nîşandan lê her ku diçe min qebûl dikin." Eşîn di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku tu astengi nikare pêşiya wan bibire û banga piştgiriyê li gelê Wanê kir.

'Çapemenî û daxuyaniya siyasiyan rê li ber êrîşan vedikin'

Lîstîkvan û sertîmê Wan Belediyespor Alî Kurt yê ku di maça Çorûmsporê de ji ber nîşana serkeftinê kir rastî êrişa alîgirên Çorûmsporê hat, da zanîn ku her dem rastî êrîşan tên. Kurt anî ziman ku ne tenê li Çorumê li gelek bajarên Tirkiyeyê rastî êrîşên nijadperest tên û wiha axivî: "Pêşiya êrîşan çapemeniya tirk û daxuyaniyên siyasî vedike. Li Çorumê bi provokasyona çapemeniya herêmî alîgirên Çorumsporê êrişî me kirin." Kûrt jî bang li gelê Wanê kir ku li hemberî êrîşan piştgirîya tîmê bikin.

Lîstikvana Îzmîrî: Ez bi tirs hatim lê tirsa min qet nema

Lîstîkvanê tîmê Engîn Memîşler yê ku jî Îzmîrê hatiye Wanê jî çîroka hatina xwe vegot. Memîşler anî ziman ku bi pêşdaraz hatiye Wan Belediyespor û wiha got: "Beriya ku ez werim herêmê, malbata min ji TV'yan herêmê nas dikir. Di dilê min de jî di dilê wan de jî tirsek mezin hebû lê dema ez hatim herêmê ev tirs qet nema." Memîşler anî ziman ku ew ji bajarê Îzmîrê ye, lê dema ji bo maçan diçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê rastî êrişên nîjadperest tên.

Dîrektorê Teknîkê: Futbol aşitî ye

Dîrektorê Teknîkê yê Wan Belediyesporê Zekî Yilmaz jî balkişand ser êrîşên nijadperest û da zanîn ku piştî maça Çorumsporê 3 saetan di odeyek de asê mane û derdora wan hatiye dorpêçkirin. Yilmaz anî ziman ku alîgirên Çorumsporê ketine odeya lîstikvanan û li wan dane û diyar kir ku ewê van êrîşan qebûl nekin. Yilmaz jî di dawiya nirxandina xwe de
anî ziman ku futbol aşitî ye û divê herkes li gorî vê rastiyê nêz bibe.

Komên alîgir: Serkeftina Wan Belediyespor bersiva êrîşan e

Ji koma alîgir a Karakobralar Ercan Dulger jî anî ziman ku êrîşên li dijî Wan Belediyesporê ji ber gotinên siyasetmederan diqewime û divê siyasetmedar li gor vê rastiyê biaxivin. Dulger diyarkir ku li dijî zext û zordariyê dê Wan Belediyespor di her qadê de pêşkeve û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: "Bila alîgirên me her dem piştgiriyê bidin tîma me. Serkeftina Wan Belediyespor bersiva êrîşan e."

(zat-fb/sy)







Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR