DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

'Divê zarokên Geziyê û yên xendekan dest bidin hevûdu'

 
18 Şubat
09:08 2016

STENBOL (DÎHA) - Ciwanên endamên Halkevlerî destnîşan kirin ku hikumeta AKP'ê dixwaze bi polîtîkayên tevkujiyê tirsê di civakê de pêş bixe û gotin "Ji bo faşîzma Qesrê were hilweşandin divê zarokên Geziyê û zarokên xendekan dest bidin hevûdu û di eniyeke hevpar de bigihin hev."

Li hemberî polîtîkaya tevkujiyê ya hikumeta AKP'ê, ciwanên endamên Halkevlerî jî hêrsa xwe anîn ziman. Endamê Halkevlerî Can Çelîker diyar kir ku hikumeta AKP'ê dema li Kurdistanê komkujiyan dike li rojavayê Tirkiyeyê jî hewl dide rêxistinên şoreşger teslîm bigire û wiha got "Faşîzma Qesrê ditirse ku hêzên YPS'ê yên li Kurdistanê li ber xwe didin û nifşê Geziyê destên hev bigirin." Çelîker her wiha anî ziman ku Serokomar Erdogan dixwaze li Tirkiyeyê li gorî xwe pergaleke ava bike û got "Erdogan ji bo karibe dîktaya xwe xurt bike, faşîzma Hîtlerê li Tirkiyeyê didomîne."

'Divê xendekên Kurdistanê li rojava veguhere barîkatan'

Çelîker balê kişand ser berxwedana rêveberiya cewherî ya li Kurdistanê jî û wiha axivî "Ji bo xendekên ku li ser esasên xweseriyê têne avakirin li rojavayê Tirkiyeyê veguhere barîkatan, pêngaveke nû ya şoreşger divê. Divê eniyên berxwedanê werin avakirin."

Çelîker diyar kir ku ewê jî li pey barîkatan li ber xwe bidin û bi van gotinan bang li ciwanan kir "Em xendekên rojhilat û barîkatên rojava bikin yek."

Endama Halkevlerî Tugce Işik jî destnîşan kir ku li Kurdistanê gel li hemberî êrîşên faşîst ên dewletê li ber xwe dide û diyar kir ku ji bo rê li ber komkujiyan were girtin divê dengê gelan bilind bibe.

Işik, balê kişand ser berxwedana jinê ya li Kurdistanê jî û wiha pê de çû: "Ji bo jinên ku li Kurdistanê li pey xendekan li ber xwe didin, divê jin li pey barîkatan jî li ber xwe bidin. Em li qadan bi hev re şer bikin û bi vî rengî rê li ber şerî bigirin."

'Qesr ji berxwedana hevpar a gelan ditirse'

Ergîn Çevîk jî diyar kir ku AKP dixwaze berxwedana gel a li Kurdistanê têk bibe û got "Faşîzma Qesrê, ji têkoşîna hevpar a gelê kurd û gelê tirk a li dijî faşîzmê ditirse." Çevîk derbirî ku divê hêzên şoreşger cihê ku lê ne veguherînin çeperên berxwedanê û wiha berdewam kir: "Divê em faşîzma AKP'ê hem li Kurdistanê hem jî li rojavayê Feradê teng bikin û AKP'ê têk bibin."

'Divê ciwan bibin yek û bi ser faşîzma AKP'ê de bimeşin'

Çevîk bibîrxist ku ciwan li hemberî faşîzmê dînamîkên berxwedanê ne û got: "Ciwanên Kurdistanê bi rêxistinkirina YPS'ê vê rastiyê bi awayek herî berbiçav nîşan dan." Çevîk di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku bi ser faşîzma AKP'ê de bimeşin.

(sy)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR