DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

'Eger me bigota bila zarok bimirin emê rastî cezayê bihatana?'

 
15 Şubat
09:04 2016

AMED (DÎHA) - Futbolvanên tîma jinan a Amedsporê bertek nîşanî biryara federasyonê ku Amedsporê sewqî PFDK'ê kiribû dan û anîn ziman ku ew ji ber navê Amedsporê rastî tundî û êrîşên nijadperest tên. Futbolvana tîmê Bêrîtan Gultekîn jî ji ber biryara cezayê vê pirsê kir: "Eger Amedspor pankarta 'Bila zarok bimirin, neyên maçê' vekira dê federasyon car din Amedsporê sewqî PFDK'ê bikira?"

Ji ber ku di maça Amedspor û Fenerbahçeyê de pankarta "Bila zarok nemirin, werin maçê" hate vekirin, Amedspor sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) hatibû kirin. Tîma futbolê ya jinan a Amedsporê jî bertek nîşanî vê biryarê da.

Sertîma tîma futbolê ya jinan a Amedsporê Guzîde Alçu anî ziman ku dema zarok tên û maça wan temaşe dikin ew pir kêfxweş dibin û got "Eger vekirina vê pankartê ceza ye, emê di her maçê de vê pankartê vekin û emê bêjin 'bila zarok nemirin, werin maçê.'"

'Daxwaza me ew e di şer de zarok û dayik nemirin'

Alçu got ku ne tenê zarok, dixwazin dayik jî werin maçê û wiha berdewam kir: "Em wek jinan, futbolê dilîzin. Daxwaza me ew e ku di şer de zarok û dê nemirin. Ji ber vê yekê jî di serî de zarok û jin em dixwazin herkes were û di maçan de piştgiriya me bike.

'Amedspor ji ber navê xwe rastî cezayan tê'

Kalevana tîma jinan a Amedsporê Ebru Kaya jî bilêvkir ku ew cezaya ku federasyonê daye wan şermezar dikin û wiha axivî: "Li gor min Amedspor ji ber navê xwe rastî cezayan tê. Dibêjin spor aşitî û biratî ye. Lê ez 7 sal in di vê tîmê de me lê min li ser navê aşitî û biratiyê tiştek nedît. Em rastî tundiyê û êrîşên nijadperest tên.

'Wan peyama me nedît'

Futbolvana tîma jinan a Amedsporê Bêrîtan Gultekîn jî anî ziman ku biryara federasyonê şaş e û wiha axivî: "Di pankartê de peyameke erênî heye. Lê wan ev peyam nedît. Ez ji wir dipirsim, eger Amedspor pankarta 'Bila zarok bimirin, neyên maçê' vekira dê federasyon car din Amedsporê sewqî PFDK'ê bikira?"

Gultekîn destnîşan kir ku li hemberî kurdan neheqiyên mezin tê kirin û herî dawî wiha got: "Divê em ji van neheqiyan re bêjin bes e. Divê federasyon jî rê li ber van neheqiyan bigire."

(sy)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR