DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Barîqat û Mor Barîqat: Çiqas ceza dixwazin bila bidin...

 
14 Şubat
09:24 2016

AMED (DÎHA) - Komên alîgir ên Amedsporê Barîqat û Mor Barîqat li hemberî sewqkirina lijneya dîsîplînê ya Amedsporê ji ber pankarta "Bila zarok nemirin bên maçê" nerazîbûn nîşan dan. Ji Barîqatê Bîlal Akkalu diyar kir ku ew ê vî gotinê li her derê bi kar bînin, ji Mor Barîqatê Jiyan Gunay jî bi gotina "Em dibêjin bila zarok nemirin û em ê bibêjin jî. Çiqas ceza dixwazin bila bidin" nerazîbûna xwe anî ziman.

Amedspor bi pankarta "Bila zarok nemirin bên maçê" derketin musabaqaya Fenerbahçeyê ji aliyê PFDK'ê ve sewqî lijneya dîsîplînê hate kirin. Li dijî biryarê Koma Alîgiran a Barîqatê nerazîbûn nîşan dan. Ji Koma Alîgir a Barîqatê ya Amedsporê Bîlal Akkalu got ku gotina "Bila zarok nemirin bên maçê" seknekî mirovî ye û wiha berdewam kir: "Em ê vî gotina xwe li her derê qîr bikin. Bi van hincetan ve tê xwestin Amedsporê xilas bikin. Dixwazin serkeftina Amedsporê reş bikin."

Beriya sporê bila aştî bi serkeve!

Akkalu li hemberî negintina alîgirên Amedsporê li tribunan jî nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku rayedarên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) pêkûtiyan li ser Amedsporê dike û divê dev ji vê yekê berde. Akkalu biryara ku dê alîgirên Amedsporê negirin maça Înegolsporê jî û wiha axivî: "Me her tim di sehaya xwe de Înegolspar baş pêşwazî kir. Em bawer in ev maç dê di çarçoveya dostanî û biratiyê de derbas bibe. Beriya skorê dê bibe maça ku aştî û biratî bi ser keve. Yê ku heq dike bila bi ser keve."

'Cezaya ku dixwazin bila bidin'

Ji Koma Alîgiran a Mor Barîqatê Jiyan Guney jî diyar kir bi hinceta ewlehiyê nekarîne biçin maça Înegolsporê û ev pêkanîn hem ji bo taximan hem jî ji bo alîgiran neheqî ye. Gunay wiha got: "Ez weke dayikeke maçên Amedsporê dişopînim. Ez jî wekî dayikeke naxwazim zarok bimirin."

Gunay destnîşan kir ku her roj li Amed û Cizîrê dibînin zarok jiyana xwe ji dest didin ji ber vê yekê jî gelekî xemgîn dibin û wiha axivî: "Em wekî Koma Mor Barîqatê dibêjin bila hemû dayik bi zarokên xwe re bên maçê. Em tenê dibêjin ku bila zarok nemirin. Lê PFDK ceza dide. Bila ev neheqî bi dawî bibin. Sîstem jixwe bêedelatiyê li ser me ferz dike. Vî di sporê de jî dikin. Em ê dibêjin bila zarok nemirin û em ê bibêjin jî. Çi ceza dixwazin bila bidin."

(sa)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR