DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

'Divê ciwanên kurd jî wekî ciwanên Pontusî ji leşkeriyî fîrar bikin'

 
13 Şubat
09:07 2016

STENBOL (DÎHA) - Ciwanê Pontusî Sînan Firat Koymen diyar kir ku gerîlayên Pontus ên di 1920'an de xwe birêxistin kirin jî weke gerîlayên PKK'ê ji bo li hemberî dagirkeriyê axa xwe biparêzin çek hilgirtin û wiha got: "Ciwanên Pontusî ji bo teslîmî qatilên xwe nebin neçûn leşkeriyê û an jî ji leşkeriyê firar kirin û tevlî yekîneyên gerîla yên Pontus bûn. Îro li Kurdistanê jî şerekî gel heye. Ciwanên kurd ên diçin leşkeriyê li ser erdnîgariya xwe li hemberî gelê xwe şer dikin."

Ciwanên kurd li hemberî polîtîkayên dewleta AKP'ê yên tunekirin û qirkirinê di nava refên YPS û YPS JIN de dest bi parastina cewherî kirin ku beriya niha jî mînakên wisa pêk hatine. Hikûmeta AKP'ê bi pêkanînê dike faşîzma Hîtler li pey xwe hişt. Împartoriya Osmanî jî li hemberî gelê Pontus komkujî û polîtîkayên koçberkirinê dabûn destpêkirin û di kanayên komirê de şewitandibûn û hewil danûn tunebikin. Li hemberî polîtîkayên koçberkirin û komkujiya Osmaniyan jî weke yekîneyên YPS û YPS-Jin ên li Kurdistanê li hemberî faşîzmê ber xwe didin li Samsun, Giresun, Tokat, Ordu, Amasya, Trabzon, Rîze û Gumuşhaneyê gelê Pontus dest bi rêxistinbûnê kir û li ber xwe da.

Ciwanên Pontusî li hemberî zilma Osmaniyan yekîneyên gerîla ava kirin

Bi koçberiya di sala 1911'an dest pê kir heya sala 1919'an 150 hezar pontusî hatin qetilkirin û pişt vê yekê ciwanên pontusî di sala 1920'an de yekîneyên gerîlle avakirin. Li gorî dîroknasên fermî gerîlayên Pontusî di meha kanuna sala 1920'an de nêzî 25 hezaran bûn li herêma Deryaya Reş gelê gund, navçe û bajarokan piştgirî da gerîlayên pontusî. Ciwanê pontusî Sînan Firat Koymen diyar kir ku ciwanên nedixwestin bibin hevkarê zilma Osmaniyan ji leşkeriyê firar dikirin û tevlî yekîneyên gerîla dibûn.

'Li çiyayan meş çîroka ermen, pontus û kurda ne'

Koymen anî ziman ku gelê Kurd, Ermen û Pontus ji ber ku nasnameya Osmaniya a "tirk" qebûl nekirin ji aliyê Osmaniyan ve weke cemiyetên bi zirar hatine bi nav kirin û wiha got: "Mixabin dema li çiyayan dimeşin mirin tenê çîroka Ermenan nîn e. Çîroka Pontus û Kurdan e."

'TC li ser tunekirina gelan li ser piyan e'

Koymen da zanîn ku AKP berdewamiya Osmaniyan e û AKP jî weke Osmaniyan polîtîkayên "tirkbûnê" û "Îslambûnê" bikartîne û wiha pê de çû: "Îslambûnê bi gotina 'em misliman in' vê yekê li hemberî komên weke ji xwe re 'bi zirar' dibînin bikartînin. Ji bo TC tu qîmeta mislimantiyê tuneye di heman demê de qîmeta tirkbûnê jî tuneye. Dewleta TC netew dewlet e û li ser tunekirina gelan xwe li ser piyan digire."

'Gerîlayên Pontus û PKK'ê li hemberî dagirkeriyê çek hilgirtin'

Koymen bilêv kir ku weke gerîlayên PKK'ê di serdema Osmaniyan de gerîlayên Pontus hebûn û gerîla li hemberî dagirkeriyê çek hilgirtin. Koymen destnîşan kir ku yekîneyên gerîla yên Pontus li hemberî bîrdoziya Osmanî, tirkbûnî û îslamî têk çûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Serkeftin jî û têk çûn jî di aliyê polîtîk de çêdibe. Pontusî ji ber ku bersiva hamleyên TC nedan têkçûn. Ji ber ku hamleyên PKK'ê yên birdozî zelal in têk naçe."

'Topal Osman jî cerdevan jî qatilên gelê xwe ne'

Koymen derbirî kir ku Topal Osman ê ku di serdema osmaniyan de ji yî pontusî bû û piştî Topal Osman hat asîmîlekirin dest bi komkujiya Pontusiyan kir. Koymen got, "Dewletek heye û tetîkêşên wê dewletê hene. Dewlet ji bo hebûna xwe hinekan dikujin" û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dewlet dîroka gelan tune dike. Rû bi rûbûna pêşerojê tune dike û vê yekê jî bi gelê xwe re dike." Koymen diyar kir ku Topal Osman û cerdevan bi heman hişmendiyê tevdigerin û wiha got: "Dewlet mirovên ji heman gel bi hev didin kuştin. Ev yek bi kêrî dewletê tê. Ji ber divê hinek bimirin. Cerdevan qatilên gelê xwe ne."

'Bila ciwanên kurd û pontusî neçin leşkeriyê'

Koymen anî ziman ku dewleta Osmanî ji bo ciwanên Pontusî bibe leşkeriyê bi ser gundên Pontusiyan de girt û ciwanên Pontusî jî bi komî reviyan û tevlî gerîlayên Pontusî bûn û wiha axivî: "Rêxistinbûna gelê Pontus li hemberî qada leşkerî ya Osmaniyan serdest dibe." Koymen wiha bang li ciwanên kurd jî kir: "Ciwanên Pontusî ji bo teslîmî qatilên xwe nebin neçûn leşkeriyê û an jî ji leşkeriyê reviyan û yekîneyên gerîla yên Pontusî ava kirin. Ciwanên kurd ên diçin leşkeriyê li ser erdnîgariya xwe li hemberî gelê xwe şer dikin. Îro li Kurdisanê şerê gel heye."

Koymen da zanîn ku berxwedana li Fîlîstînê ya 60 salan û berxwedana li Kurdistanê ya 40 salan bi saya barîkatan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xendek rêbazekî şer a berdewamiya hêviyê ye."

(ft/sy)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR