DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Alîgirên Amedsporê: Trîbun qedexe ye lê emê li dora stadê bin

 
8 Şubat
14:04 2016

AMED (DÎHA) -Alîgirên Amedsporê ku sibê dê nikaribin li stadê maça Amedspor û Fenerbahçe temaşe bikin, bang li gelê Amedê kirin ku werin derdora stadê û li dora Amedsporê bibin yek.

Di maça fînala-çarîk a Kupaya Tirkiyeyê ya Zîraatê de, Amedspor sibe saet di 13.00'an de li Tesîsên Amedsporê bi Fenerbahçe re dilîze. Lê ji ber cezayên Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) dê alîgirên Amedsporê nikaribûn werin stadyumê û piştgiriya tîma xwe bikin. Komên alîgirên Amedsporê bertek nîşanî ve rewşê dan û diyar kirin ku çi dibe bila bi dê Amedsporê.

Ji avakarên Koma Alîgir a Azraîlê Ramazan Tugay ji bo temaşekirina maçê daxwaz kir ku li derveyî stadê ekranên mezin were danîn û got"Emê sibe li ber stadê bin û piştgiriya tîma xwe bikin. Amedspor hemû herêmê temsîl dike. Dîvê alîgirên Amedê li hemberî êrîşên nijadperest tîma xwe tenê nehêlin."

Barîkat: Emê bi gelê Amedê re li ber stadê bin

Ji avakarên Koma Alîgir a Mor Barîkat a Amedsporê Dîlek Demîr jî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku dê Amedspor sibe jî biserkeve. Demîr wiha axivî: "Emê ne li trîbunan bin. Lê emê hemû komên alîgir ên herêmê û gelê Amedê li derveyî stadê piştgiriya tîma xwe bikin."

Ji avakarên Koma Barîkat a Amedsporê Bîlal Akkalu jî bang li gelê Amedê kir ku li dora Amedsporê kom bibin û wiha pê de çû: "Emê li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Emê giyana berxwedanê li sikakan û derdora statê vê bidin hîskirin."

(sy)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR