DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Amûrên Amedsporê ku hatibûn desteserkirin radestî wan hat kirin

6 Şubat
19:03 2016

AMED (DÎHA) - Di rojên borî de polîsan avêtibû ser tesîsên Amedsporê û 2 harddîsk flaşek wan desteser kiribûn radestî klubê hat kirin.

Di rojên borî de polîsan avêtibû ser tesîsên Amedspora ku di Koma Sor Lîga 2'emîn Spor Totoyê de cih digire. Polîsan li Tesîsên wê yê Şilbe yê ku xebatên xwe yê sportîf dimeşîne piştî lêgerîne dest danîbûn ser 2 harddîsk û flaşek. 2 harddîsk û flaşa ji bo lêkolînê hatibû desteser kirin radestî klubê hat kirin. Sekreterê Amedsporê Nesîh Aktepe der barê serdegirtina polîsan daxuyanî da û wiha got: "Di encama lêgerîna polîsan de 2 harddîskê û flaşek me hatin desteserkirin ev amûrên me radestî me kirin."

Aktepe da zanîn ku di rojên borî de polîsên Midûryeta Amedê li kluba wan a navçeya Yenîşehîrê li Tesîsên Şilbê lêgerîn kiribûn 2 harddîsk flaşek ji bo lêkolînê desteser kiribûn radestî wan kirine û diyar kir ku biryar ji aliyê Dadgeha Ceza Sulh a 4'emîn a Amedê hatiye girtin.

(fk)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR