DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî: Bila şer raweste, mirov nemirin

 
3 Şubat
13:29 2016

AMED (DÎHA) – Lîstikvanê serkeftî yê Amedsporê Denîz Nakî ji ber ku peyama “Bijî azadî” weşand, wî sewqê PFDK’ê kirin. Nakî berdek nîşanê êrîşê nîjadperestî da û got “Bila şer raweste û mirov neyên qetilkirin”. Hevseroka Kuluba Amedsporê Şevîn Zorlu jî anî zina ku Amedspor sembola aştî û biratiyê ye û got heta nêzîkatiyên dewletê neyê guhertin dê hewldanên lîncê jî berdewam bike.

Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Spor Toto yê de ye, ji ber ku di musabakayên di Kupaya Tirkiyeyê ya Ziratê de serkeftinan bi dest xist ket rojevê. Ji ber ku di fînala çeyrekê de bi Fenerbahçeyê re dê bê pêşberî hev, Lijneya Dîsîplîna Fitbolê ya Spofesyonel (PFDK) serkeftina Amedsporê hezim nekir cezaye maçek ku bê temaşevan pêk tê da. Her wiha lîstikvanê serkeftî yê Amedsporê Denîz Nakî jî ku piştî musabakata Bursaspor-Amedsporê li ser medyaya civakî beyanên xwe parve kiribû ji aliyê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve bi hinceta ku “Li dijî sportmaniyê tevnegeriyaye û probagandaya cûdekarî û bîrdoziyê kiriye” Nakî sewqî lijneya disîplînê kir.

Natî ku piştî maçê peyama “Ji bo me ev roj pir girîng e. Me serkeftinek girîng bi dest xist. Em bi awayeki serkeftî ji vê lîstika qirêj ku li hemberî me hat lîsin derketin. Di pêvajoyek dijwar de ku em derbas dibin, em pir kêfxweşin ku ji gelê xwe re bûne hêvî. Wekî Amedsporê me tu carî serê xwe netewand û em ê netewînin. Em bi baweriya xwe ya azadiyê derketin maçê. Ji ber ku me şitlên xwe ji bo azadî û hêviyê çand. Em ji hemû siyasetmedar, hûnermend û gelê xwe re ku me tenê nehîştin spasiyên xwe dikin. Em vê serkeftinê diyariyê birîndar û kesên ku di vê zilma 50 rojan de ku li ser axa me te mêşandin jiyana xwe ji dest dane re dikin. Her bijî azadî” li ser medyaya civakî weşand sewqê PFDK’ê hat kirin. Nakî Amedspor û êrîşên nîjadperestî nirxand.

‘Em ji aliyê aştiyê ne’

Nakî anî ziman ku ew piştî maça Bursasporê rastî êrîşên nîjadperestî atiye û wiha got: “Em li hemberî van êrîşên nîjadperestîne. Ji ber ku em alîgirên aştî û wekheviyê ne. Em dibêjin bila mirov neyên kuştin. Bila şer raweste û mirov neyên qetilkirin. Em di hemû deplasmanê ku diçin de rastî êrîşîşan tên. Binçavkirina alîgirên me ya di maça Basakşehîrê de me gelek xemgîn kir. Lê dîsa jî bila biratî bi ser bikeve.”

‘Em hêvî dikin ku vî bajarî jî di nava kêfxweşiyê de bibînin’

Nakî da zanîn ku ew ji Kupayê hatin asta fînala çeyrekê û li Amedê cara yekem ev pêk tê û wiha dom kir: “Mayîna me ya di nava 8 tîman de serkeftinek e. Bûyerên ku berê Bursaspor û Diyarbakirspor dijiyan hebûn. Ji ber wê jî mirovên vî bajarî li hemberî serkeftina me ya Bursasporê pir kêfxweş bûn. Di vê dema zehmet de ku me mirovên vî bajarî kêfxweş kiriye em gelek bi rûmet in. Armanca me mezin e. Em hêvî dikin ku vî bajarî û kolanên wî jî di nava kêfxweşiyê de bibînni.”

‘Ger êrîşên nîjadperestî berdewam bike em ê biçin FÎFA’yê’

Hevseroka Kuluba Amedsporê Şevîn Zorlu da zanîn ku di van demên dawî de hedefnîşandanên wan nêzîkariyên nîjadperetiye û wiha nirxand: “Van êrîşên li ser sporê nîşaneya polîtîkayên li ser vî gelî ye. Di vê mijarê de hevdîtinên me yên mi federosyanê re jî hene. Ger ev êrîşên nîjadperesti berdewam bikin em ê serî li FÎFA’yê bidin.”

Ji ber ku ceza nayên dayîn ev êrîş berdewam dikin’

Zorlî bi bîr xist ku ev nêzîkatî li hemberî hemû tîmên ku ji vê herêmê diçin wêderê re tê nîşandin û wiha got: “Lê heta niha tu ceza ji van kesên ku wisa dikin re nehat dayîn. Em di çarçoveya aştî û biratiyê de nêzî herkesî dibin. Ger ji an nêzîkatiyan re ceza neyê dayîn dê êrîş berdewam bikin.”

‘Peyama Nakî daxwaziyek mirovahiyê ye’

Zorlu anî ziman ku peyama Denîz Nakî ku li ser medyaya civakî parve kiriye daxwaziyek mirovahiyê ye û wiha dom kir: “Piştî vê daxwazê êrîşa ku pêk hat girêdayê vê pergalê ye. Ji ber k Nakî kurd û elewiye ji bo vê pergalê sûcdarek bi bingehe.”

‘Serkeftina me li hemberî Bursasporê bersiveke’

Zorlu da xuyakirin ku di maça Bursasporê de li her derê qadê ala tirk hat vekirin û wekî ku Amedspor ji welatekî cûda hatiye nêzîkatî hat nîşandan û wiha bi dawî kir: “Tu qesta kesekî li hemberî alê nîne. Al sembola vî welatî ye. Serkeftina me ji bo Bursasporê bû bersives. Em ê dîsa jî zimanê xwe yê aştiyê bi kar bînin.”

(aw)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR