DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Altun jiyana xwe ji dest da, girseya çûn cem birîndaran hatin gulebarankirin

20 Ocak
11:40 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Sedhat Altunê ku li Cizîrê birîndar bûbû û DMME'yê biryara tedbîrê girtibû lê ji ber ku ev 2 roj in destur nayê dayîn ji taxê bê wergirtin jiyana xwe ji dest da. Li taxa ku 6 birîndar hene welatiyên ku xwestin biçin birîndaran bigirin jî hatin gulebarankirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê nehaêlin ku birîndaran rakin nexweşxaneyan, ligel biryara DMME'yê jî tê astengkirin. Welatiyê bi navê Serhat Altun ê ku duh xwest alîkariya zarokekî birîndar bike, hate gulebarankirin û ew jî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Ligel biryara DMME'yê ya tedbîrê ku ji bo Altun girtibû jî hêzên dewletê asteng kirin.

Ambulans ji ber gulebaranê neçû

Ambulansa Şaredariya Cizîrê ku ji bo Altun û birîndarên din bigirin çû taxê jî hate gulebarankirin û destur nehat dayîn ku bikeve taxê. Der barê Orhan Tunç ê ku wekî Altun DMME'yê biryara üedbîrê dabû jî agahî nayê girtin. Li taxa Cûdiyê zarokê birîndar jî nikare bê wergirtin.

Gel ji bo birîndaran werbigere dest bi meşê kir

Piştî agahiya mirina Altun parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî di nav de bi sedan welatiyan xwestin biçin birîndaran bigirin ber bi taxa Cudiyê dest bi meşê kirin.

Taxa ku gel dimeşe tê gulebarankirin

Êrîşên hêzên dewletê yên li dijî taxên Cudî, Nur, Sur û Dagkapi bênavber didome. Taxa Cudî ya ku cenaze û birîndar hene piştî ku gel ji bo birîndaran bigirin dest bi meşê kirin, gel hate gulebaran kirin bi tant û hewanan vê top hatin avêtin.

Cenazeyê welatiyekî din hate dîtin

Welatiyên ku ber bi taxa Cûdiyê ve meşiyan di têketina taxê de cenazeyê welatiyê bi navê Ahmet Tunç dîtin. Tunç ê ku ev 2 roj in jê agahî nedihat girtin li ber mala xwe bi awayekê hatiye qetilkirin hate dîtin. Gulebarana li dijî welatiyên ku hewl didin cenaze û birîndaran werbigirin didome.

Li taxê 4 birîndarên din hene

Jibilî Orhan Tunç û zarokekî birîndar li taxa Cûdiyê hate hinbûn ku 4 birîndarên din jî hene. Li dijî taxê topebaran hê jî bênavber berdewam dike.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR