DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Xwendekarên Xerpêtê xwerêveberî silav kirin

 
17 Ocak
10:08 2016

XERPÊT (DÎHA) - Komeleya Xwendakarên Azad a Zanîngeha Firatê (FOODER) ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwedîlêderketina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin şahî li dar xist.

Komeleya Xwendakarên Azad a Zanîngeha Firatê (FOODER) ya Xerpêtê ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwedîlêderketina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin li Salona Dawetê ya Bektaşlar şahî li dar xist. Li salona şahiyê pankartên "Cian mezin dibin, ber bi şoreşê ve dimeşin" "Di çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd de muxatab birêz Ocalan e", posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin. Di şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de sînevîzyona li ser qatlîamên li Kurdistanê hate nîşandan. Di dema nîşandana sînevîzyonê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" "Ciwan ber bi Botanê ber bi welatê azad ve" hatin berzkirin.

Di şahiyê de rêveberê DBP'ê yê bajar Mehmet Kiliçtepe axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li dijî gelê kurd konsepta îmhayê xistiye dewreyê û bajarên Kurdistanê kiriye qada şer. Kiliçtepe anî ziman ku gelê kurd li dijî konsepta îmhayê li ber xwe dide û êrîşan pûçdike.


Parlamenterê HDP'ê Altan Tan jî got ku şerê ku li Kurdistanê tê meşandin çareserî nîne.

Şahî bi şano û konserê bi dawî bû.

(sa)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR