DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Jinên ODGK'î: YPS-JIN li hemberî qirkirina jinê hate avakirin

 
11 Ocak
09:09 2016

AMED (DÎHA) - Jinên ODGK'î diyar kirin ku dewlet tehamulî pêşengiya jina Kurd nake û ji ber vê yekê bi zanebûn qetil dike. Jinên ciwan gotin ku YPS-JIN li hemberî qirkirina jinê hatiye avakirin û bang li hemû jinan kirin ku tevlî parastina cewherî ya li Kurdistanê bibin.

Hikumeta AKP'ê di şerê tevkujiyê ya li hemberî gelê Kurd de herî zêde jî jinên ku pêşengiya berxwedanê dikin, hedef digire û qetil dike. Herî dawî di 4'ê Çileyê de li navçeya Silopî ya Şirnexê sê jinên şoreşger Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîzê Nayir û di 8'ê Çileyê de jî li navçeya Sûrê ya Amedê jina ciwan a bi navê Rozerîn Çukur hatin qetilkirin. Li hemberî van hemû komkujiyan, rêxistinên jinan jî diyar kirin ku ewê bi xurtkirina parastina cewherî bersiva komkujiyan bidin.

Endamên Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK) ku di 9'ê Çileyê de li Amedê kongreya xwe lidarxist jî diyar kirin ku ewê bi parastina cewherî bersiva êrîşan bidin û bang li jinan kirin ku li her derî xwe birêxistin bikin.

'Dewlet tehamulî pêşengiya jinê nake'

Endama ODGK'ê Fatoş Kabar got ku dewlet dixwaze berxwedana jinê ya li Kurdistanê perçe bike û wiha axivî: "Dewlet tehamul nake ku jin di refên pêş de li ber xwe bidin." Kabar diyar kir ku ev êrîş dê nikaribe vîna jinê bişkînê û dê jin pêşengiya xwe ya berxwedanê bidomîne. Kabar, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Kurdistanê kir ku di nav parastina cewherî de cih bigirin.

'Bersiva herî mezin a jinan YPS-JIN e'

Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê û endama ODGK'ê Ozge Dîlan Şahîn jî anî ziman ku ji ber ku jin bi fedekarî û baweriyeke mezin li ber xwe didin, dewlet bi zanebûn jinan dike hedef. Şahîn destnîşan kir ku li gel hemû êrîş û komkujiyan jî jin di eniya pêş de şerê xwe didomîne.
Şahîn diyar kir ku li hemberî dorpêç û êrîşên li Kurdistanê, rêxistinbûna herî mezin bi YPS'ê re hatiye sazkirin û wiha axivî: "Cenazeyên jinan li erdê tê hiştin. Lê jinên ku li dijî vê li ber xwe didin hene. Bersiva herî mezin jî YPS-JIN e."

'Dê jin Kurdistanê azad bikin'

Xwendekara Beşa Felsefe ya Zanîngeha Mersînê Tansu Taş jî anî ziman ku jina Kurd bi vîna xwe ya xurt li ber feraseta dewletê disekine û wiha got "Dewlet ji ber ku ji baweriya jina Kurd ditirse, serî li komkujiyan dide." Taş, balê kişand ser berxwedana hêzên YPS'ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hemberî qirkirina jinê, jin yekîneyên parastinê yên YPS'ê ava kirin. Dê jin bi parastina cewherî Kurdistanê azad bikin."

(sy)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR