DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

'Em ê bi ODGK'ê ve tevli pêvajoya xwerêveberiyê bibin'

 
10 Ocak
09:04 2016

AMED (DÎHA) - Jinên ciwan bi kongreya xwe ya pêkanîn ve di bin banê ODGK'ê de hatin cem hev. Jinên ciwan diyar kirin ku dê bi meclîsên jinên ciwan ên bên avakirin ve beşên xwerêveberiyê ji bo ku bê înşakirin têkoşîneke aktîf bimeşînin, bi rêxistinbûna xwe ve li dijî qatlîamên dewletê derkevin.

Bi beşdariya jinên ciwan ên li Tirkiye û Kurdistanê hatin li Amedê 1'emîn Kongreya Asayî ya Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK) avakirina xwe îlan kir. Jinên ciwan ên ku di nava meheke de li hemû bajar û navçeyan de biryara avakirina meclîsan girtin, diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên dewletê yên êrîş û valakirina qadên jiyanê têkoşîneke aktîf bimeşînin û dê bi meclîsên herêmê û giştî ve beşên xwerêveberiyê yên ji perwerdehiyê heta tenduristiyê, ji çandê heta hiqûqê înşa bikin.

Endama ODGK'ê Cansu Karataş a têkîldarî biryarên kongreyê agahî da diyar kir ku ji bo xwerêveberiyê îna bikin li Kurdistanê ew ê kolan bi kolan komîte ava bikin û ji malê bi jineke ciwan re xebatê bimeşînin. Karataş wiha got: "Meclîsên me dê inên ciwan derxîne qadan û li her derê xwerêveberiyê înşa bike. Ji ber ku barê ku şehîdên me û Rêberê me daye ser milê me pir e. Em vî barî niha li Kurdistanê wekî di şoreşa Kobanê de digirin ser xwe. EM li qadên berxwedanê li ben xedekan in û em ê li win bin jî."

'Em ê bi awayeke aktîf tevli pêvajoyê bibin'

Kataş anî ziman ku komîte dê bibin înşakirina cihê xwerêveberî û modernîteya demokratîk û bi hatine jinên ciwan cem hev re jî dê reng û hêza xwe ya cewherî derxînin holê. Karataş anî ziman ku ji parastina cewherî dest pê bike di hemû beşên xwerêveberiyê de jinên ciwan dê cih bigirin û têkîldarî rêxistinbûna xwe jî ev agahî da: "Li zanîngehan jinên ciwan tevli van xebatan dibin. Êdî jin di ferqa jiyana ku tê ferzkirin de ne li dijî vê yekê jî meşaleya azadiyê girtine destên xwe.Jinên ciwan ên li taxan jî di ferqa tiştên diqewimin in. Bi avakirina komîteyan ve ew jî tevli pêvajoyê dibin."

'Heta jinên bêrêxistin nemîne em ê xebatên xwe bidomînin'

Xwendekara Zanîngeha Bîlgiyê Bêrîtan Solak jî diyar kir ku wekî jinên welatparêz di bin banê ODGK'ê de hatine cem hev. Solak nirxandina "Li hemberî dewleta ku hewl dide qatlîamên jinan bikişîne zemîneke rewa em ê bi rêxistinbûna xwe ve bersivê bidin vê. Heta ku jineke bêrêxistin nemîne em ê xebatên xwe bidomînin" kir.

'Em civaka azad înşa bikin'

Ji Zanîngeha Dîcleyê Arzu Aktaş jî diyar kir ku ew ji dîrokê heta niha di bin pêkûtiya sîstema desthilatdar a zilam de ne, di vir armanca ODGK'ê înşakirina civaka azad û şexsê azad e.

Endama ODGK'ê Hatîce Dag jî diyar kir ew di ferqa polîtîkayên ku li hemberî jinan tên meşandin de ne ji bo vê yekê hatine cem hev. Dag got ku di qada xwe de bi parastina cewherî xebatên xwe didomînin û bang li hemû jinên ciwan kir ku di bin banê ODGK'ê de bên cem hev, li dijî qatlîamên dewletê bi hevre têbikoşin.

(sa)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR