DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Ciwanên Îzmîrê: Li pêşiya me du rê hene

 
7 Ocak
09:01 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Ciwanên Îzmîrê Yekîneyên Parastina Sivîl ên li Kurdistanê li hemberî terora dewletê hate avakirin silav kir. Ciwan diyar kirin ku li ber ciwanên rojavayê Tirkiyeyê jî du rê hene, an dê tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin an jî de her derê veguherînin Kurdistanê.

Rêxistinên ciwanan ên Îzmîrê, avabûn û têkoşîna Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ên li hemberî terora dewletê hate hate damezrandin silav kirin û diyar kirin ku li hemberî êrîşên dewletê divê li rojavayê Tirkiyeyê jî têkoşîn were xurtkirin.

Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ridvan Coşkun berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyên dewletê silav kir û got dewleta Tirk li Kurdistanê tevgera dagirkirinê daye destpêkirin. Coşkun ji bo avabûna YPS'ê jî got ku berxwedana heya niha hate dayîn bi YPS'ê re bûye xwedî form.

'Divê rojava hevgirtina xwe xurttir bike'

Coşkun destnîşan kir ku ji bo hevgirtina bi gelê Kurd re divê li rojavayê Tirkiyeyê jî gavên cidî werîn avêtin û bi taybet ji bo ciwanan jî ev nirxandin kir:"An divê tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin an jî her derî veguherînin Kurdistanê."

'Heya êrîş hebe dê parastin jî hebe'

Ji ciwanên EMEK'ê Pinar Çetînkaya jî diyar kir ku ji ber êrîşên topyekun gelê Kurd beşên parastina cewherî pêş dixe û avabûna YPS'ê jî reflekseke xwezayî ye. Çetînkaya got ku heya ku êrîşên dewletê berdewam bike dê gelê Kurd jî li hemberî êrîşan xwe biparêze.

'Jin pêşengiyê dikin'

Endama Federasyona Mafên Demokratîk (DHF) Selvî Salir jî got ku li hemberî hemû êrîş û konsepta îmhayê gelê Kurd bi jin, ciwan û zarokên xwe re dîrokê dinivîse. Salir bi taybet balê kişand ser pêşengiya jinan û anî ziman jin li hemberî faşîzma dewletê her tim li ber barîkatan e. Salir got ku ciwanên rojavayê Tirkiyeyê jî divê ji bo berxwedanê berpirsyarî bigirin ser xwe.

(sy)





Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR