DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Li Rezan ji bo civînên xwerêveberiyan eleqeya mezin

 
24 Kasım
11:32 2015

AMED (DÎHA) - Li Amedê welatiyên ku di civînên "xwerêveberiyan" a li taxa Selahattîn Eyyubî ji aliyê HDP û DBP'ê ve hatin lidarxistin de gel pirsgirêkên xwe nîqaş kirin.

Li Amedê di çarçoveya xebatên rêxistinkirina xwerêveberiyan de li taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Rezanê civîna gel hate lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen û Gulşen Ozer, Hevserokên DBP û HDP'ê yên navçeya Rezan û rêveberên Meclîsa Taxa Selahattîn Eyyubî beşdarî civîna li qahwexaneya Almeyra ya Batikentê bûn.


Omer Onen di civînê de axivî û bal kişand li ser xwerêveberiyan û wiha got: "Sedema parastina me ya xwerêvebiriyan ew e ku gel dixwaze xwe bi rê ve bibe. Em vî modelê ne tenê ji bo gelê xwe ji bo hemû gelên cihanê yên tên eciqandin dixwazin."

'Em feraseta yekperest qebûl nakin'

Onen bilêv kir ku ji bo ku pirsgirêkên gel kêm bibe divê meclîsên taxan bên xurtikirin û xwest xwedîlêderketina meclîsên taxan pêk bê. Onen nirxandina "Em feresate yekpeperest qebûl nakin. Heke hewl bidin û me fêm bikin dê evqas hişk nêzîkî modela xwerêveberiyan nebûna. Em feraseta ku hemû biryar ji jor ve tê girtin qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin divê em vî sîtemê biguherînin" kir.

Onen anî ziman ku divê gel biryara xwe bide û xwerêvebirî tê wateya tu gel biryarên ki dixwazin bigire. Onen modela Rojava mînak da got ku li Kobanê hemû reng, çand û nijad bi aweyeke wekhev xwe temsîl dikin û xwedî mafê jiyanê yê wekhev in, ew bixwe vê dixwazin.

Welatiyên ku di civînê de mafê axaftinê girtin jî pirsgirêk taxê nîqaş kirin. Welatiyan xwest di serî de paqijiya hawirdorê, çêkirina rê û sererastikrina hawirdorê daxwazên biryara ragihandina Şaredariya Rezan girtin.

Civîn bi guhdarkirina pirsgirêkên gel ve bi dawî bû.

(sa)








Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR