DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Tîma Jinan a Amedsporê 3-1 qezanç kir

 
8 Kasım
17:24 2015

AMED (DÎHA) - Tîma futbolê ya jinan Amedspor a di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze di lîstika li hemberî Elazig Bordo Atletîk Spor de 3-1 qezenc kir.

Tîma futbolê ya Jinan Amedspor a di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze bi tîma Elazig Bordo Atletîk re hatin beramberî hev û 3-1 qezenc kir. Lîstik li Tesîsên Şilbê yên Amedsporê hat lîstin. Lîstîkvan û koma antrenor a tîma jinan a Amedsporê ji bo serkeftinê kedek mezin da. Di dewreya yekemîn de Kaptana Tîma jinan a Amedspor Guzîde Alcu 2 gol avet û dewreya yekemîn bi dawî bû. Di ddeqeya 55'an a dewreya duyemîn de lîstikvana Elazig Bordo Atletîk Spor Bahar Gûler golek avet û tîma xwe kir 2-1. Pîştre Guzîde Alcu golek din jî avet û encamê kir 3-1.

Encama lîstikê Amedsporê 3, Elazig Bordo Atletik Spor 1 bi dawî bû û Amedsporê qezanç kir.

(rd/ozp/mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR