DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Li Kurdistanê rewşa awarte bandor li ser sindoqan kir

1 Kasım
22:02 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Konsepta şer a topyekun a AKP'ê û pê ve girêdayî îlankirina rewşa awarte, înfaz û terora dewletê bandor li ser sindoqan kir. Li gelek bajaran hilbijêr ji ber astengiyan nikaribûn deng bidin. Li bajarê herî mezîn a Serhedê Wanê, rêjeya çûyîna ser sindoqan ji sedî 17 daket. Li gelek bajaran jî rêjeyên dengdayînê ket.

Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de yek ji xalên herî girîng jî ferqa çûyîna ser sindoqan a di navbera hilbijartina 7'ê Pûşberê û 1'ê Mijdarê ye. Li Kurdistanê ji ber êrîşan û "herêmên ewlehiyê yên taybet" hilbijêr li gelek cihan nikaribûn biçin ser sindoqan û deng bidin. Bi taybet li Serhedê, di rêjeya çûyîna ser sindoqan de li gor hilbijartina 7'ê Pûşberê ferqên mezin çêbûn. Li Wanê, rêjeya çûyîna ser sindoqê ji sedî
84 daket sedî 67. Ji ber vê yekê AKP'ê ku di hilbijartina borî de parlementerek bi dest xistibû, di vê hilbijartinê de 2 parlementer girt.

Li Colemêrgê jî ji ber polîtîkayên şer rêjeya çûyîna ser sindoqan sedî 13 daket. Tevî vê yekê jî HDP'ê her 3 parlementeran jî girt. Li Erdexanê jî rêjeya dengdayînê ji sedî 83 daket sedî 71. Li vî bajarî HDP'ê parlementerê xwe wenda kir.

Li Agiriyê ku di 7'ê Pûşberê de HDP'ê serkeftinek mezin bidestxist, rêjeya dengdayînê ji sedî 82 daket sedî 71. Li vir jî parlementerek HDP'ê çû AKP'ê. Li Mûşê rêjeya çûyîna ser sindoqan ji sedî 88 daket sedî 77 lê rewşa parlamenteran neguherî. Li Mûşê HDP'ê 2 parlementer AKP'ê jî parlementerek bidestxist.

Li Îdirê jî daketina rêjeya dengdayînê bandor li encaman kir. Li vî bajarî dengên HDP'ê ji sedî 56 daket sedî 52 û parlementeriya duyem bi ferqek biçûk çû AKP'ê. Hate zanîn ku dê HDP îtîraz li encaman bike.

Rêjeya dengdayînê li Erzeromê ji sedî 3 li Bedlîs û Qersê jî sedî 4 daket. HDP'ê li Erzeromê parlementerek wenda kir, li Qersê jî ji 3 parlementeran yek girt.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR