DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Dizîtiya AKP'ê ya dengan di kamerayan de ye

 
1 Kasım
20:47 2015

DÎLOK (DÎHA)- Li Dîlokê dîmenên ku bi diruşmên "allah-u ekber" ve torbeyên dengan bi wesayîtên sivîl ve dibin edliyeyê û tên guhertin derketin holê.

Li Dîlokê piştî jimartina dengan, torbeyên dengan bi wesayîtên sivîl ên aydî saziya xizmetên gundan û yên maliyeyê ve birin Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û ev yek bi kamerayan ve hate kişandin. Kesên ku dengan dibin edliyeyê dirûşmên "allah allah" "allah-u ekber" davêjin, yên ku kamera dîtin rûyên xwe veşartin. Kesên navborî hişyariya "baldar bin li vir çapemenî heye" li hev dikin û hin torbeyên dengan tên guhertin û ev yek di dîmenan de tê dîtin.

Dîsa samîmiyeta kesên navborî ya bi polîsan re balê dikişîne.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR