DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Polîs êrîşî welatiyên sindoqên xwe diparastin kirin

 
1 Kasım
17:30 2015

WAN (DÎHA) - Li Wanê polîs bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên sindoqên xwe diparastin kirin û hewl dan welatiyan tahrîk bikin.

Li Wanê polîs û tîmên taybet dibistanên deng lê hatin bikaranîn dorpêç kirin û heqaret li welatiyên ji bo parastina sindoqan kom bibûn kirin. Polîsên bi TOMA û wesayîtên zirxî Dibistana Seretayî ya Tahir a taxa Şehîd Fîrat a Artemêtanê dorpêç kirin. Polîs wesayîta TOMA bi ser welatiyên ji bo parastina sindoqan kom bibûn de ajotin. Her wiha polîs bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên li ber Dibistana Seretayî ya Ferît Melen a taxa Şabaniye kirin.

Hat ragihandin ku sekna welatiyan a li ber dibistanan didome û li ber wesayîtên zirxî yên polîsan jeepên bêplaqe sekinîne. Polîs û tîmên taybet dibistan dorpêç kirine û nahêlin welatî nêzîkî dibistanê bibin.

(wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR